Civak

Daxuyaniya nivîsgeha Mesrur Barzanî

Nivîsgeha Mesrûr Barzanî derbarê hevpeyvîna The National’ê de ku duhî hatibû weşandin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berî demekê James Calderwood peyamnêrê rojnameya The Nationalê ku li Îmaratê derdiçe, hevpeyvîneke berfireh digel birêz Mesrûr Barzanî kir. Mixabin di beşeke hevpeyvînê de bersiva pirsan wek xwe nehatine belavkirin û di hindek malper û medyayên kurdî de bi curek hatiye belavkirin ku digel deqa îngîlîzî hev nagire nagire. Em peyamnêr û desteya nivîskaran ya wê rojnameyê haydar dikin ku deqa hevpeyvîna birêz Mesrûr Barzanî bi tomarkirî li ba me ye.”

Li gor daxuyaniyê Barzanî li ser pirsa ‘Gelo tu yê di paşerojê de çi postekê werbigirî, arezûya te çiye?’ qet behsa wê çendê nekiriye ku ew dixwaze bibe serokê Herêmê yan serokê PDKê, lê gotiye, “Em di xizmeta mîlletê xwe de ne û em çi posteke diyarkirî li ser mîlletê xwe ferz nakin.”

Her weha dê ragihandin ku Mesrûr Barzanî derbarê meseleya serbixweyiya kurdan de jî negotiye ‘em dixwazin eqliyetê xelkê ku digel kurdan dijîn biguherin’ belkî gotiye, “Yên ku kurdan înkar dikin, heta ku curê hizra xwe neguherin û bi dîtineke vekirîtir û hizreke cudatir reftarê digel kurdan nekin, ew jihevfêmnekirin dê berdewam be. Divê bi yek çavî seyr bikin û di navbera me de bihevrejiyan hebe.”

 

(AKnews)

 

Back to top button