Cîhan

El- Malih: Esad dixwaze Sûriyê parçe bike

Parêzer û serokê Komela Mafên Mirovan li Sûriyê Heysem El-Malih ragehand: “Hêviya Beşar Esad bi parçebûna welat heye, lê tiştê ku îro şoreş bangewaziyê jê re dike yek welat û gelê Sûriyê yek gel be.”

Heysem El-Malih di hevpeyvînekê de digel rojnameya `Corirre de la sierra` ya îtalî de dibêje:
– Gruba Îxwan El-Muslimîn îro beşek ji bizava demokratîk e û xelk li kolanan hevgirtî ne bêyî ku ti cudahî di navbera ol û nijadê de hebe, rêjîm nikare me parçe bike û hemû hewldanên wan vala çûn. Kesê ku bifikire wê rêjîma Sûriyê guherînan pêk bîne şaş e.

Navbirî diyar kir ku gotara Beşar Esad a dawî: “Hewldanek bû bi mebesta derbaskirina kirîzê, lê ne ku ji bona çareserkirina pirsgirêkan.”

Heysem da zanîn ku Esad warisê rêjîmekê ye ku desthilata reha li welat bikar tîne bi riya fîrqeya 4an a artêşê û parêzvanên komarî û herwiha bi riya hejmareke gendelkar û polîsên nehênî û hêzên ewlekariyê yên ku her peyv û tevgerekê dişopînin û got:
– Me xwe rêkxistiye da ku em qeyd û bendan derbas bikin bi riya tora internêtê û malperên weke Facebook û Twitter û sîmkartên taybet. Lê rêjîm jî internêtê bikar tîne û sexstekariyan di malperên weke Facebbokê de dike.

Navborî, ku demên dirêj di zindanên rêjîma Sûriyê de derbas kirine û berî demekê hat berdan, rexne li civaka navdewletî girt li ser helwêsta wê derbarê Sûriyê de û wiha pê de çû:
– Di dema dawî de Ewrûpa, Amerîka û saziyên navdewletî dest bi tevgerê kirin û komîteyên lêkolînê dirust kirin. Zêdebûna hejmara penaberên sûrî li Tirkiyê, Enqere dehif dide ku zext û guşarên xwe li ser rêjîma Esad xurttir bike. Lê divê NY gelê me biparêze û bihêle dadgehên navdewletî serkirdeyên rêjîma zordar a Sûriyê dadgeh û ceza bikin.

Ji 15ê Adara îsal û heya niha xwepêşandan li Sûriyê dijî rêjîma Beşar Esad berdewam in û zêdeyî 1500 kesan bi destê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hatine kuştin. Herwiha nêzîka 20 hezar kes bûne penaber û koçberî welatên cînar kirine nemaze Tirkiyê.(Rûdaw)

Back to top button