Beşar Esad ji serê xwe nexweş e

 

Ez nema dikarim ereban fêm bikim. Ya ez ehmeq im, an jî kerê wan jî ker in. Mebesta min, beşek ji ilimdar, anku zanayên ereban yên mîna Esad in û yên piştgiriya wî dikin.

Serkûrmiyê Suriyê Beşar Esad dûhî li zanîngeha Şamê axaftinek kir. Bi kinahî:

– Esad, hem dixwaze reforman pêk bihêne, hem jî naxwaze. Pêşî ji xelkê sedaqatê daxwaz dike.
– Wê efûyekî derxîne, dilek wî dibê hepsa vala bike û dilê din dibêje ecele neke. Li gorî Esad, bi ronakbîr, muxalîf, mehkûmên sucdar û mîkroban, 64 hezar kes li dijî wî dixebitin. Ew serê Beşar efendî rehet nahelin ku efûyê îlan bike.
– Beşar beg dixwaze rê li ber rûşwet û talankirina di nav dezgehên dewletî de bigire, lê wisa xuyanî dike ku ne hêsan e. Beşar dê ji kesên bertîlxwar hesap bixwaze, lê pêşî îstîqrarê daxwaz dike.

Esad, bi rastî jî ji serê xwe nexweş e. Mirovên normal wisa nabêje. Ji ber ku:

Pêşî bavê wî paşê jî Beşar, bi zorê û anjî xweşî, bi dehan sal in, ji xelkê sedaqat xwestin û xelkê girêdana xwe nîşanî wan da. Lê mîrîtiya Esadan reformek jî pêk nehanîn.

Bav û law, Esadan, zindan dagirtin, xelk winda kirin û hepsên mîna bîrên kur ava kirin ku jiyana xelkê di wan de birizînin. Ji xeynî kûştin, talankirin û îşkencekirinê pê ve, efûkirina girtiyan nehate bîra wan.

Kesên dewletê talan kirine, malbat, derûdor û koma rêvebiriya dewleta wî ye. Sûcdar û gunehkar ew in. Lê weke ku qet tiştên wisa nekirine, dîsa fersendekî din dixwaze. Îca vê daxwaziya xwe ji zanîngeha Şamê dihêne zimên (!).

Dema min li Esadî guhdarî kir, ez pir hêrs bûm. Hemşeriyê min, Toriyê herî bi aqil, Kerîmoyê Midyadî yê dîn hate bîra min.
Li bakurê Kurdistanê, ”Nexweşxaneya Rûhî ya Elezîz”ê meşhur e. Psîkolog, hemşîre û xebatkarên nexweşxaneya Elezîzê, bi hêza darên guza û mila, bi lêdanê nexweşan rehet dikin û wan tirek dikin, dihêlin.
Kerîmo jî, demekê ji bo tedawî û seyehetê şandibûn nexweşxaneya Elazîzê. Wî tama lêdanên wir jibîr nekiribû. Dema ji hineka hêrs dibû, ji wan re wisa digot:

”Ez di nexweşxaneya Elezîzê de, zinê bi diya we re bikim!”

Li gorî ez pê hisiya me, Kerîmo xwe modern kiriye. Nema ji dayikê xelkê re xeberên nexweş dibêje. Berê xwe dide jin û xwîşkên mirovan. Îca Beşar Esad û Kerîmo li hev. Ez Beşar dispêrim wijdanê hemşeriyê xwe Kerîmo. Kerîmo û wijdanê xwe.

Unîversiteya Şamê: Cihê ilimdaran (!)

Ez dikarim derew û lîstikên Esad fêm bikim, lê pir dijwar e ku, ez di vê kêliyê de, ku li Suriyê tevlîhevî heye, xelk ji bo demokrasî û mafên xwe rabûne ser nigan, çawa zanîngeha Şamê dibe navgîna Beşar, nikarim fêm bikim. Çima ilimdarên ereban, zanîngehê û xwe jê re dikin alet, anku navgîn? Çima zanayên (!) zanîngehê, ji bo veşartina eyb û gunehên wî rolek wisa xirab dilîzin?
Pirs bê bersiv dimînin. Bersivên hene, têr nakin. Dema ez di ilimdarên ereban yê alîkariyê didin Esad difikirîm, çîroka ”Bazirganê mêjî” tê bîra min.

Bazirganê mêjî

Di demên berê de, bazirganek hebû, di dikana xwe de, mêjiyên însanan difrot. Meymûnên weke Beşar ku mêjiyên wan mîkrop digirtin, dikarîbûn, bi rêya dikana tacîr, kêmasiyên di serê xwe de bi 1 kîlo mêjî û nîv kîlo namûs, pompe bikin, nexweşiya xwe derman bikin û bibin însanên bi terrî.

Fîet, anku buhayê mêjiyan ne weke hev bû. Lîsteyek bi dîwêr ve daleqandî bû û li gorî buhayê lîstê bazara mêjî dihate kirin:

– 1 kîlo mêjiyê emerîkî bi 1000 zêrî
– 1 kîlo mêjiyê Ewropî bi 950 zêrî
– 1 kîlo mêjiyê kurda bi 500 zêrî
– 1 kîlo mêjiyê efrîkî bi 500 zêrî
– 1 kîlo mêjiyê ereban bi 10.000 hezar zêrî

Rojek ji rojan yekî mîna Kerîmê Midyadî di ber dikana mêjifiroş re derbas dibe û li buhayê mêjiyan dinirê. Dema çav li buhayê mêjiyê Kurda dike, kêfa wî tê ku buhayê xwe baş e. Lê gava çav li yê ereban dike, ji hêrsa çavên wî sor dibin. ”Çawa çêdibe ku ereb ji Kurda bi aqiltir bin û mêjiyê wan ji yê Kurda bihatir bibe?!.” dibêje, û bi xezeb berê xwe dide bazirgan ku lê bixe. Bazirgan, Kerîmo nas dike û wisa dibêje:
– Kerîmo, qûrban, ez te nas dikim. Tu dibêje ku, çima mêjiyê ereban ji yê Kurda bihatir e. Lewma tu hêrs dibe. Pêşî li min guhdarî bike, paşê jî tu çi cezeyî bide min, ez razî me.

– (Kerîmo naxwaze di nav xelkê de neheq bibe. Biryarê dide ku li bazirganî guhdarî bike) Dirêj neke, ka bêje: Çima mêjiyê ereban ji yê Kurda bihatir e?!.

– Heyra em li dikana xwe, mêjîyê zana û ilimdarên welatan difroşin. Weke mîsal, dema em kesekî Emerîkî dikûjin, 1 kîlo mêjî ji serî derdikeve. Ji serê 2 Kurda, 1 kîlo mêjî derdikeve. Lê em bi dehan ilimdarên erebên xwefiroş dikûjin, bi zorê û heft bela 1 kîlo mêjî ji serê wan, bi mûçingan didine hev.
Kûştina ilimdarên ereban, xisar e, ji ber ku em bi keda xwe dixesirin. Carna jî bi fêde ye, ji ber ku cîhan bi xêra me wan nas dike. Tiştê herî ecêp ew e ku, di dema kûştinê de her yekî ji wan bi kesekî dihejmêrin.
Şaşîtiyek heye, lê kuderê ye,wilehî ez jî nizanim!?.

Îca dîsa Kerîmo wekîlê min, ew çi ji ilimdarên zanîngeha Şamê re bêje, ez jî pê re (!)

Gabar Çiyan

EuroKurd News

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: