Daxuyaniya komek kesatiyên bakûrê Kurdistanê
Komeke rewşenbîr. siyasetmedar û kesatiyên bakûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo tifaqa paritên bakûrê Kurdistanê nîşan didin û derbarê pêşveçûn û gengeşiyên mijara hilbijartina û tifaqa prtiyên bakûrê Kurdistanê de dîtinên xwe ragihînin. Ev li jêr teksata daxuyaniyê ye:
Gelê Kurdistanê!
Kurdistaniyên welatparêz!
Hêz û tevgerên neteweyî!
Bi pêvajoya hilbijartinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewşek siyasî ya nû rû da. Bi vê pêvejoya siyasî ku êdî vegera jê zor e, hêvîyek mezin di nav gelê me de li Bakurê Kurdistanê peyda bûye. Ji gelek mînakan tê zanîn, ku di têkoşînên azadiya netewekî da gava herê girîng û karîger hevkariya hêz, partî û derdorên neteweyî ye. Mifteya serketinê hevkariyek wisa ya stratejîk e.
Bi vê baweriyê me kesên ku ew daxuyanî îmza kirine pêwîst dît ku di derbarê pêşveçûn û gengeşiyên mijarên jêrê de dîtinên xwe ragihînin rayagiştî:
1. Em êriş û operasyonên li dijî gel û gerîllayên Kurd şermezar dikin, herweha gefên hikûmeta Tirk red dikin û bibîr dixin ku li hemberî têkoşînên rewa ya maf û azadiyê bi êriş, tehdît û serkutkirinê ti dewlet bi ser neketine, dewleta Tirk jî dê bi ser nekeve.
2. Wekî ku me di civîna xwe ya li bajarê Kolnê (03.04.2011) de bang li hêz, tevger û derdorên neteweyî kiribû (ku em, tifaq û hevkariya di navbera Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Heq û Azadiyê (HAK-PAR) û Partiya Beşdariya Demokrasî (KADEP) de gavek gelek girîng û di cih da dibînin) em kesên ku ji bo vê gava pîroz ked dane û fedekarî kirine pîroz dikin. Ji ber têkiliyên dema borî, li hemberî hevkariyek wisa rexne û biçûkxistin wê hebin, lê bila ew şewqa me neşkîne û em rê nedin, da ku ew li pêşiya armancê neteweyî bibin asteng. Û bêguman helwesta HAK-PAR’ê şayanê pesnahiyek herî berz e.
3. Dîsa daxwaz ew e ku bila ew hevkarî ne tenê ji bo hilbijartina 12’ê Pûşperê be, pêwîst e ku em hem guhertinên li herêmê û hem yên li seranserê dinyayê bibînin û vê gava pîroz heta astek stratejîk bilind û fireh bikin, milbimil têkoşîna azadiya miletê Kurd bigihînin konaxek serketî, mafên wî yên demokratîk û neteweyî yek bi yek bicih bikin.
4. Em bang li derdorên welatparêz û siyasî dikin ku ew çalakiyên di çarçoveya Neguhdariya Sivîl de heta bi destxistina mafên miletê Kurd û gelên Kurdistanî bila nesekinin, derfet û rêbazên cûrbecûr bi kar bên, lê belê bi balkêşî li ser bê sekinandin ku ew berxwedana sivîl û demokratîk ji rêbazên şîddetê dûr bisekine, daku ji armanca xwe dernekeve.
5. Em bawerin ku taybetî di roja îro de peywira hêz, partî û kesayetiyên Kurd û Kurdistanî girîngtir e. Armanca partiyan ew e ku ji miletê xwe bi jiyanek bextewer , geşbîn û geşdar bînin. Bê guman gihiştina van armancan bê rêxistinî nabe, lê partî amraz in, armanc bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd û gelên Kurdistanî ye. Ti biryar û ti kes ne di ser biryara gel û rûmeta wî da ne, bergeh tenê azadî û xizmeta miletê Kurd û Kurdistanî ye.
Ligel silav û rêzên me.
Mahmut Kilinc Azad Can Cuma Yakut
Suna Guven Khaled Şahîn Dr. Fikret Yildiz
Hamdullah Yumlu Yasin Kut Vehbi Gencer
Firat Avşar Latif Bekiri Mahmut Karabag
Akif Hasan Şerif Ergin Selaheddin Çelik
Kemal Güler Doko Khorşid Agiri Soran
Mehmet Yüksel Nasredîn Akyol A.H.Bozkurt
Ayhan Çiftçî Mistefa Şefîq A. Aksin
Bekir Ücken Azad Haftar Yahia Alsalo
Naki Bektaş Zeki Öztürk Mehmet Yakut
Aydın Güngör Salih Döndar Dicle Firat
Cahit Kaplan Husein Amin Azad Dilwar
Adnan Hassan Y. Miro Yildiz Karaçelik
Dilbixwîn Dara Serhat Ertaş Lutfü Bulutoglu
Mehmet Çelik Necdet Buldan Akif Devrim