Kultur

80 saziyên mediyayê bê destûr weşanê dikin

Wezareta rewşenbîrî û Lawan a hikûmeta herêma Kurdistanê   aşkere kir ku 30 televizyon û radyo û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr li Kurdistanê  weşana xwe dikdin.

Ebdilwehab Cindiyanî birêveberê giştî yê ragihandinê yê wezareta rewşenbîrî û gêncan di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê got:
– Li herêma Kurdistanê 180 radyo û televizyon û 480 kovar û rojnameyên qeyd kirî hene. Her wiha 30 radyo û televizyon û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr yên qeyd nekirî hene.
Cindiyanî eşkere kir ku ew saziyên mediyayê yên qeyd nekirî û bêdestûr kar dikin û piraniya  wan girêdayî aliyên dijbere (mûxelefetê)  ne.

Her wiha Cindiyan xuya kir ku wezareta rewşenbîrî û gêncan  sîstemeke nû ji bo ragihandinê amade kiriye û tenê hinek hûrdekarî mane ku bête ragihandin û li gor wê sîstemê tenê mehek wext  ji bo dezgehên ragihandinê tê dayîn ku xwe bi fermî qeyd bikin û pirsgirêkên xwe yên qanûnî çareser bikin. (AKnews)

Back to top button