Polîtîk

Destpêşxeriya yekalîkirina wezaretên ewlekariyê

Hat zanîn ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê van nêzîkan destpêşxeriyekê pêşkêşî aliyên siyasî yên Iraqê bike.

Armanca destpêşxeriyê çareserkirina pirsgirêka meqamên wezaretên navxwe, berevanî û ewlekariya niştimanî ye ku blokên nav parlamentoya Iraqê di vê derbarê de ne li hev in.

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Hisên, îro, ji AKnewsê re ragihand ku Barzanî dê di demeke nêz de destpêşxeriyekê rastî hemû aliyên siyasî bike  ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê.

Hisên xuya kir ku ji ber rewşa niha ya Iraqê, heta niha rêkeftinek navbera aliyên siyasî ji bo yekalîkirina pirsgirêka meqamên ewlekariyê, çê nebûye û wiha pê de çû:
– Tevahiya aliyên siyasî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kirine carek din rolekî erênî bilîze daku ew alî derbarê wê pirsgirêkê li hev bikin.

Hisên bal kişand ku di sala borî de, ji ber destpêşxeriya Barzanî aliyên siyasî yê Iraqê li hev kirin û, bi rêya wê destpêşxeriya Barzanî, hikûmeta Iraqê bi serokatiya Nûrî el-Malikî hate avakirin.

Hisên ti zanyarî derbarê dema ragihandina wê destpêşxeriyê û naveroka wê aşkere nekir.

Yekşema borî, şandeke Kongresa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê kir ku car din destpêşxeriyê bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku rastî pêvajoya siyasî ya Iraqê tên.

Weke tê zanîn parlamentoya Iraqê di 21ê çileya sala borî de bawerî da hikûmeta nû ya Iraqê ku ji 42 wezaretan pêk hatiye, lê heta niha wezîrê berevanî, navxwe û ewlekariya niştimanî bi sedema nakokiyên navbera aliyên siyasî, nehatine diyarkirin.

Back to top button