Polîtîk

Kabîneya şeşê timamkera kabîneya pêncê ye

Berprisê ofîsa mediyayê ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor wê nûçeya rojnameya Aso weşandî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rojnameya Aso di jimara xwe ya 1464 de nûçeyek weşandiye û nivîsiye ku xwedî meqam û postên bilindên hikûmeta herêma Kurdistanê dest pê kiriye milk û malê xwe eşkere dikin û ev tişr di dema kabîneya pêncê de nebû.

Li dor vê nûçeya Asoyê berprisê ofîsa mediyayê ya serokê hikûmetê dibêje:

– Miqayîsekirin di navbera kabîneya pêncê û kabîneya seşê de derencamên baş nade, ji ber ku kabîneyên hikûmetê timamkerên hev in. Bernameyê hikumdariya saxlem jî ji serdema kabîneya pêncê dest pê kiriye û kabîneya şeşê jî li ser heman rêyê ji bona geşepêdana wî bernameyî berdewam e. Nûçe û daxuyaniyên bi vî awayî temsîla hikûmeta herêma Kurdistanê nakin û nabine sedemê diyarkirina kabîneya şeşê, çunkî kabîneya şeşê xwe weke timamkera kabîneya pêncê dizane.

– Birêz dr. Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hertin dupat dike ku ew timamkerên kar û xebatên kabîneya berê ne û li ser esasê destkeftiyên kabîneyên berê kar ji bo destkeftiyên zêdetir û zêdetir xizmetkirna hevwelatyan dike. Di heman demê de kabîneya pêncê komeke destkeftiyên baş bi destve anîn e ku cîyê dilxweşî û geşepêdanaê ne, bi heman awayî komeke kêmûkasiyan jî bi cî hêlane, awayê karkirinê wisa ye, ji wezîfeya vê kabîneyê ye ku wan kêmûkasiya çareser bike. Ev kabîne jî dê kêmûkasiya bo yên pişt xwe bi cî bihêle.

Pêwîste di çarçoveyê berprisiyariyên niştimanî de em hemû kar ji bo çaresrkriina pirsgirêkan bikin û li ser pirosesa çaksaziyê berdewam bin

Back to top button