
Piştî karasata li Hemdaniyê, xwedîyê salona ku şewat lê çêbûyî û hinek kesên din ku, di şewatê de ihmalkariya wan hebûn ji aliyê asayişa Kurdistanê ve hatin girtin. Di derbarê girtina wan de Asayişa Herêma Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniyî bi vî awayî ye:
Xwediyê salona ku li navçeya Hemdaniyê şewitî ji aliyê saziyên me ve hat girtin
Şeva borî li navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê agir bi salona şahiyê ket û bi sedan kes mirin. Wezareta Karên Hundir der barê gelek kesan de biryara girtinê da ku xwediyê salonê Samir Silêman Krûmî Rafo Asû jî di nav de ye.
Piştî wergirtina biryara girtinê, saziyên me yên li Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê xwediyê salonê girtin û radestî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Iraqa Federal kirin.