CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî serdana birîndaran kir

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana birîndarên şewata şeva borî ya li Hemdaniyê li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir û rewşa tenduristiya birîndaran pirsî.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo birîndar û qurbaniyên wê qezayê nîşan da û spasiya karmendên nexweşxaneyê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariyê pêşkêşî birîndar û xisara bûne.

Piştî serdanê di civîneke çapemeniyê de got:

“Berî her tiştî ez sersaxiyê ji malbatên van kesan re dixwazim. Ev karesateke mezin bû, trajediyeke mezin a mirovî bû. Spasiya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê dikim ku di saeta yekem a karesatê de ambûlans şandin. Ez ji dil spasiya xebatkarên tenduristiyê dikim. Tişta ku min li vir dît, lênêrîna ku ew ji nexweşan re dikin, bi rastî serbilindî ye, bi hemû xelkê Herêma Kurdistanê serbilind e.

Ev karesateke însanî ya mezin e, divê em hemû li cem van xwişk û birayan bin, Xwedê selametiyê bide wan. Di vê çarçoveyê de ez îro bi Serokwezîrê Iraqê re axivîm. Ew gelekî nîgeran e û yekser Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tenduristiyê şand Mûsilê û tên vir. Me daxwaz ji wan kiriye ku derbarê vê bûyerê de lêkolîneke cidî bikin û mexdûran qerebû bikin. Birêz serokwezîr li Bexdayê, bi sipasî, bi cidî li ser vê pirsê radiweste û soza gotûbêjkirina wê di civata wezîran de daye û dê her tiştî bike ji bo kêmkirina êş û azarên van xelkê. Ez hêvî dikim ku Xwedê aştiyê bide her kesî. Bi rastî ev karesatek mezin e û em hemî dua dikin ku nexweş di zûtirîn dem de sax bibin.

Tiştê ku min ji xebatkarên tenduristiyê yên vê nexweşxaneyê, nexweşxaneya lezgîn bihîstiye, em dikarin wan hemûyan li vir derman bikin. Careke din ez spasiya van karmendan dikim ji ber xebatên însanî yên ku kirine. Ji bo dilxweşiya wan spasiya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgarê Hewlêrê dikim.

Dixwazim bêjim çi ji wan re pêwîst be em ê di xizmeta wan de bin û ji bo wan bikin. Ew hezkiriyên me ne û em êş û karesata ku bi ser wan de hatiye, ya me, ya Herêma Kurdistanê û xelkê deverê ye. Em hemû bi dil û can bi wan re ne, di êşên ku îro kişandine de em ê hemû bi wan re bimînin, Xwedê aramî û hêza berxwedanê bide wan.



Back to top button