PolîtîkRojev

Bafîl Talebanî: YNK destê biratî û aştiyê dirêjî hemû alîyan dike

Serokê YNK Bafîl Talebanî di 5 emîn kongreya YNK de axivî û got: “Emê xizmeta gelê xwe bikin, ewlekarî û rûmeta wan biparêzin û yekîtî û aştîyê li Kurdistanê biparêzin. YNK destê biratî û aştîyê dirêjî hemû alîyan dike”.

Bafîl Talebanî, di kongreya YNK de axivî û diyar kir ku divê bi hemû hêzên Iraqî û Kurdistanî re têkilîyên xwe xurt bikin. Talebanî got: “Li pêşîya me 2 hilbijartin hene û emê kongreyê jî li dar bixin. Ev jî hêza YNK nîşan dide. Em bi hev bawer in. Îro em bi hev re dest bi serdemek nû dikin. Divê em û miletê xwe li hev bikin. Em amade ne ji bo gelê xwe her fedakarîyê bikin. Divê em bibin yek”.

Çend xalên axaftina Bafîl Talabanî wiha ne:

“Em bi heman ruhî ji bo bihêzkirina Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê, ji bo xizmetkirina gelê xwe, rêzgirtina li xwîna şehîdên xwe, paraztina rêya Mam Celal, siyaset û jiyana li gor Mam Celal li vir kom bûn. Emê şervanên xwe, malbatên şehîdên xwe, girtîyên xwe yên siyasî, kêmendamên xwe, pêşmergeyên xwe, dostên xwe, gelê xwe biparêzin.

Îro em bi hev re dest bi serdemek nû dikin, divê em û miletê xwe li hev bikin, partîya xwe nêzîkî hev bikin û ji bo miletê xwe amade bin ku her qurbanî bidin. Divê YNK destê xwe yê biratî û aştîyê dirêjî hemû alîyên Kurdistanî û her partîyek ku bawerîya wan bi wekhevî û yekîtîyê heye.

Divê em wek YNK peywendîyên xwe bi birayên xwe yên li Bexdayê re biparêzin û xurt bikin. Werin em bi şîeyan re destê xwe bidin hev. Birayên me yên sunnî, birayên me yên mesîhî. Divê em her kesê ku ji bo yekîtiyê amade ne hembêz bikin. Werin em ji bo azadî û demokrasîyê têbikoşin.

YNK di nava vê qeyrana aborî de têra xwe bihêz e ku berî du hilbijartinan kongreyekê li dar bixe. Ev yek nîşan dide ku em çiqasî ji hev bawer dikin, em çiqasî bi karmendên xwe bawer dikin û çiqasî bi miletê xwe bawer dikin. Divê em karibin azad bijîn, bê tirs nêrînên xwe bînin zimên û mafên jinan û civakên kêmnetewan biparêzin.

Ez dixwazim ku hûn di vê kongreyê de bernameyek taybet ji bo ciwanan amade bikin.  Rast e petrol û gaza siruştî ya Kurdistanê heye, lê ya ku bi rastî me dewlemend dike, xortên me ne, yên ku wek stêrk li ezmanan dibiriqin û mixabin nikarin bi awayekî rêk û pêk xizmetê jê re bikin. Dubare dikim: Emê xizmeta miletê xwe bikin, ewlehî û rûmeta wî biparêzin, yekîtî û aştîya Kurdistanê biparêzin. 

Ji bo min şerefek mezin e ku we derfet da min ez xizmeta we bikim. Di vê kongreyê de çi dibe bila bibe emê bi hev re bin. Dest bi dest, mil bi mil. Tu çi meqam û pileyekê bidî min, ez soz didim ku tu carî dev ji te bernedim û rê nedim ku hevrik û dijminên te li ser te serdest bin.

 Em Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê ne, em partîya têkoşer û şehîdan ne, em partîya qehremanan ne, em partîya wan kesên ku dîktatorî hilweşandine”.

 

Back to top button