Dastana Xwakurk hêvênê serhildana 1991ê
Dastana Xwakurkê hêvên û bingeha serhildan û têkoşîna li dijî zilmê bû û sembola parastin û têkoşînê bû.
Berî 34 salan, di 5ê Îlonê da, piştî 46 rojan berxwedana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Dastana Xwakurkê hat tomarkirin. Dastan Xwakurkê yek ji şerên herî navdar yên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ye ku rasterast bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî bû.
Di 19ê Tîrmeha 1988an da artêşa Baasê li herêma Xwakurkê li dijî herêmên rizgarkirî yên şoreşa Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kir. Artêşa Baasê bi beşdariya zêdetir ji 15 lîwayên leşkerî top, firokeyên şer û heta çekên kîmyayî bikar anîn.
Pêşmerge yên Kurdistanê yên mêrxas û fedakar tevî hêza xwe ya newekhev, karîn ziyaneke mezin bigihînin hêzên êrîşkar yên rejîma Baas.
Şerê Xwakurkê di warê siyasî, leşkerî û stratejîk da xwedî girîngiyeke mezin bû, ji ber ku Pêşmerge karîn gelek çek û cebilxane bi dest bixin. Ji aliyê siyasî ve jinavbirina xewna rêjîma Baas bû, ji ber ku rijêmê di wê baweriyê da bû ku bidawîhatina şerê Iraq û Îranê dê şoreşa Kurdistanê jî têk bibe, lê xweragiriya Pêşmerge li Xwakurkê xewnên rêjîma Baas bingur kirin.
Serok Mesûd Barzanî di gotarekê da ji bo Pêşmerge yên qehreman yên beşdarî şerê Xwakurkê bûne ragihand ku, dê di demeke nêzîk da rewşa navxweyî were guhartin û dijmin jî dê neçar bibe li hember vê xweragirî û berxwedana Pêşmerge xwe di ber çavan ra derbas bike.
Dastana Xwakurkê bû hêvên û çavkaniya îlhama ruhê berxwedan û rûbirûbûna zilma rejîma Baas û serhildana birûmet ya Adara sala 1991an jê berhem hat.
Silav li giyanê pakê şehîdên Dastana Xwakurkê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.