YNK ber bi çewsandina hemî awayê azadiyê ve diçe,
Hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de girt.
Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.
Tora Navendî ya Çawdêrê ragehand, “Em wekî Tora Navendî ya Rewşengerî ya Çawdêrê wê kiryarê şermezar dikin û vî karî wekî pêşhateke metirsîdar li ser azadiya nivîsînê, azadiya dîtin û nerînan û azadiya wijdanê dibînin.”
Ji aliyekî din ve Mela Bextyar şevîdin peyamek di derheqa biserdagirtina wê hêza komando bo ser barega û Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê belav kir.
Mela Bextyar di wê peyama xwe de got, “Kurên Mam Celal Talebanî hatine ser haziriyê û bi nexşe, pîlan û kudeta dest bi ser YNKê de girtiye. Du salan berî Kongireya Çarê ya YNKê, min hest pê kiribû ku YNK ber bi çewsandina hemî cûnên azadiyê ve diçe, herwesa ez pê hesiyabûm ku YNK hêdî hêdî henaseya ciwanî û serbestiyê bidawî tîne.”