Polîtîk

Pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê bê çek kirin û ji kampê derêxistin..!

Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê tevî malbatên wan ji Kampa Zirgiwêz a Silêmaniyê hatin derxistin û çekên wan ji wan wergirtin û ew ji bo kampek nû hatin veguhaztin.

Pêşmergeyên partiyên rojhilatê Kurdistanê, li devera Silêmaniyê li gel malbatên xwe Kampa Zirgiwêz a bajarokê Tancero diman û hemû jî çekdarbûn û li gel partiyên xwe di nava kar û xebata xwe debûn.

Li gora agahiyan berpirsên rêveberiya Silêmaniyê çûne kampê û ji wan daxwaz kirine ku ji kampê derkevin.

Endamê komiteya reveberiya Komeleya Zehmetkêşan Nasir Seqizi, daxûyakirin ku, piştî rêkeftina Îran û Iraqê, Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê ji wan xwestiye ku ji Kampa Zirgiwêzê derkevin, fermangeha giştî heta 10ê Îlonê dem daye wan û heta vê demê ti kes li kampê nemîne.

3 partiyên rojhilatê Kurdistanê di vê kampê de dimane. Civaka Karkerên Kurdistanê, Civaka Karkerên Şoreşger a Kurdistana Îranê û Partiya Komunîst a Kurdistana Îranê ne.

3 partiyên Rojhilat li kampê bûn

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, li Kampa Zirgiwêzê sê partiyên Rojhîlat hebûn.

Ev jî Civaka Karkerên Kurdistanê, Civaka Karkerên Şoreşger a Kurdistana Îranê û Partiya Komunîst a Kurdistana Îranê ne.

Seqizî di daxuyaniya xwe ya derbarê veguhestina kampê de ji Rûdawê re wiha got:

“Îro endamên her sê partiyan û beşa yekem a malbatên wan ji kampê hatin derxistin û li Kampa Sûrdaşê ya bajarokê Sûrdaşê bi cih bûn.

Di rojên pêş de yên din dê ji kampê bên derxistin û bibin Kampa Surdaşê.

Li gorî Seqizî, çekên Pêşmerge tên girtin û Pêşmerge jî wek “penaber” dibin Kampa Surdaşê.

Back to top button