Polîtîk

Serokwezîr: Me hinek ji mafên pêkhateyan vegerandin

Yekemîn Sempozyûma Suryanî li Welat li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistana dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li roja 05.09.2024ê li Hewlêrê, yekemîn sempozyûma Suryaniyan vekir û di peyvekê da got:  Min di hindek helkeftên  din da jî behs kiriye ku, li herêma me mizgeft, dêr û kinîştan li yek gundî hebbûne û bawermendên van ol û çandên cuda bi hev re jiyane û cudahiyên hev qebûl kirine û her dema  dijmin êrîsî Kurdistanê biraye bi di wêran, talankirin û kuştinê cudahî nekiyey û bi yek çav li hemû ol û neteweyna nêriye.

Serokwezîr behsa hebûna ol û neteweyên kevinar li Kurdistanê kir û got ku, di dirêjahiya dîrokê de, Kurdistan her tim bûye warê netewe, ol û mezhebên cuda yên weke Mediyan, Sumeriyan, Akadiyan, Keldaniyan, Suryaniyan, Aşûrî û gelek şaristaniyên din li ser Kurdistanê derketine û pêş ketine. 

Serokwzîr got: Min carek din jî behs kiriye ku li herêma me mizgeft, dêr û kinîşte li heman gundî hatine bicihkirin û bawermendên van ol û çandên cuda bi hev re dijîn û cudahiyên hev qebûl kirine. Dema ku êrîş li ser Kurdistanê hat kirin, tu cudahî di navbera ol û çandên cuda de nehat kirin û bi hemûyan re wek hev hat kirin. Dema ku dijmin wek yek li me dinêrin, divê em wek bira bibin yek û li hember hemû dijwarî û zehmetiyan rû bi rû bibini.

Serokwezî Mesrûr Barzanî behsa rola pêkhateyan di jiyana siyasî û kultûrê da kir ku,  serhildana Adara sala 1991 û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, pêkhateyên cuda yên Kurdistanê roleke berçav di jiyana siyasî, çandî û civakî ya Kurdistanê da lîstine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabende ku mafên hemû pêkhateyan bêcudahî biparêze û got: Di dema dawî de dema ku mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hat binpêkirin, me bi hemû hêza xwe rûbirûyê van hewldan û komployan bû û di dawiyê de beşek ji wan mafên hatin vegerandin.

Dawiyê hêvî xwest ku. hemû bi hev re kar bikin ji bo zêdetir geşkirin û xurtkirina giyanê pêkvejiyanê, yekkirina aştî, yekrêzî, prensîbên demokratîk, hevduqebûlkirin û rêzgirtina ji nirxên pîroz ra ku welatê me zêdetir pêşde bibe.

Back to top button