Destbiserdagirtina pereyê Bafil û Qubad li Îmaratê
Piştî ku çendîn medyayên navdewletî û herêmî ragihandin ku 350 milyon dolar ji kurên Celal Talebanî li Îmaratê bi fermana Amerîkayê hatine desteserkirin, ji ber ku hemû pereyên ku bi awayên cuda yên neqanûnî ji aliyê Bafel û Qubad ve hatine bidestxistin.
Li gorî agahiyan: “Piştî çendîn hewlên kurên Talebanî ji bo rizgarkirina pereyên xwe, Îmarat red kir ku bloka li ser pereyan rake, ji ber ku Amerîka bi fermî ragihandiye ku ew pere neqanûnî û reş in.
Di hewla dawîn de, Bafel ji serokê berê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî xwest ku hewl bide ku pereyên xwe ji Îmaratê rizgar bike, di berdêla 100 milyon dolaran de eger Helbûsî di vî karî de bi ser bikeve. Ji ber vê yekê di dema merasîma cenazeyê Şêx Tehnûn Bin Mihemed El Nehyan de li Îmarata Erebî, Halbûsî Bafel bi xwe re bir ser merasîma cenaze ya li Îmaratê û bi hev re beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Di dema merasimê da Helbûsî û Bafil Talebanî ji Serokê Îmaratê ra Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan xwestibû ku pereyên wan berde, lê wî bi tundî red kir ku pereyên wan berde û ji Bafel Talebanî û Mihemed Helbûsî re got: Hûn ji bo cenaze yan jî pere hatine”!
Piştî têkçûna vê hewldanê, vê carê Bafel û Qubad Talebanî careke din hewl dan ku pereyên xwe li Îmaratê bi pêdana bertîl breberdin, ku ew jî pêngava gendeliyê bû ji bo berdana pereyên xwe li Îmaratê êdî ev der ne cihê bertîlê ye û pereyên we ji aliyê sîstema Banka Cîhanî ve hatiye xistin lîsteya reş û astengkirin.