Polîtîk

Rêkeftina Hewlêr û Londonê

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja sêşemê 03.09.2024ê li bajarê Hewlêrê,  pêşwaziya heyeteke Brîtanî bi serokatiya Oliver Christian Komîserê Padîşahê Brîtanyayê ji bo karûbarên bazirganî li Rojhilata Navîn û Pakistanê kir.

Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley amade bû, pêşdebirina peywendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê da gotûbêj kirin. Bi taybetî peywendiyên di warê bazirganî û veberhênanê da.

Serokwezîr spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Brîtanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û xwesteka xwe jî ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda da nîşan da.

Komîserê Padîşahê Brîtanyayê ji bo karûbarên bazirganî amaje bi pêgeha giring ya Herêma Kurdistanê kir ku gelek derfet hene bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan da.

Piştre jî bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rêkeftinek di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê da di warê geşepêdana bazirganiyê û destnîşankirina warên girîng yên pêşkeftinê yên weke çandinî, tendirustî, pêşxistina çavkaniyên mirovî û teknolojiyê hate îmzekirin.

Back to top button