DAÎŞ xwe ji Başûrê Kurdistanê dide aliyekî
Berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li sînorê parêzgeha Mûsilê eşkere kir ku egerek heye çekdarên DAİŞ’ê ji navçeyên Şengal, Bertele û Başîq vekişin.
Derbarê mijarê de Berpirsê Ragehandina Liqa 14 ya PDK’ê li Mûsilê Seîd Memûzînî ji BasNewsê re got: ‘’Li gor wan agahiyên ku gehiştine destê me, berpirsê şer ê DAİŞ’ê daxwaz ji çekdarên xwe kiriye da ji wan navçeyan vekişin ku dikevin sînorê madeya 140 a destûra daîmî ya İraqê.’‘
Memûzînî, da zanîn ku wezîrê şer ê DAİŞ’ê daxwaz ji damezrêner û serokê rêxistina terorîst a DAİŞ’ê Ebûbekir Bexdadî kiriye daku çekdarên xwe ji wan navçeyên Kurdistanê paşde vekişînin, lê belê heta niha Bexdadî tu bersiv nedaye.
Daxwaza wezîrê şer ê DAİŞ’ê di demekê de ye ku çekdarên DAİŞ’ê li navçeyên Kurdistanî şepirze bûne û Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyên dijwar li wan dane û roj bi roj Pêşmerge bi pêş de diçin.