Nivîsar

Bingeha çîroka folklorî

 

Bêguman Çîroka Folklorî pir dewlemend e. Ji dewlemendiyê zêdetir, bingeha wê pir saxlem e, bi awayekî wisa ger mirov çi bixwaze û li çi bigere, bi hêsanî mirov dikare tê de bibîne û sûd jê werbigire.

Çîrokên Folklora Kurdî yên bi zaravayê kurmancî, bi gelek tewrên babetcihê hatine honandin û di bingeha wan de gelek fentezîyên pirtexlît û xeyalên cihêreng hene. Bi afirandineke wisa geş û xweş derketine holê ku her tiştî di nava xwe de bi cih kirine.

Di nava çîrokên folklorî de, danasîna xwezayê, ya şûn û deveran hatiye kirin. Eger nehatibin kirin jî, dema çîrokbêj dev pê dike û çîrokekê dibêje, ew bi xwe navê şûnwaran di nava çîrokê de dibêje, danasîna cih û warên di çîroka ku dibêje de jî, bi cih û warê ku ew lê dijî rûqal dike û navê wan dibêje.

Mesela, eger çîrokbêj, ji Cizîra Botanê be, gava di çîroka wî de behsa çemekî hate kirin, ew çîrokbêj, wî çemî, bi navê çemê herî nêzê xwe, bi nav dike û weha dibêje: “Em ê bêjin ku navê wî çemî Dîcle bû.” 

Eger di çîrokê de behsa çiyayekî mezin hate kirin, ew çîrokbêj, wî çiyayî, bi Çiyayê Cûdî bi nav dike. Eger di çîrokê de behsa bajarekî hate kirin, ew çîrokbêj wî bajarî bi Cizîra Botan bi nav dike. Gava di çîrokê de behsa mîrekî, behsa qiral an serdarekî jî hate kirin, ew çîrokêbêj, dîsa wan navan bi navê mîrekî Cizîra Botan bi nav dike. Yanî çîrokbêj, li herêma xwe navê çi kesê bi hêz û leheng bihîztibe, navê wî di çîroka ku dibêje de bi kar tîne.

Lê hin caran di çîrokên folklorî de, bi rastî jî behsa navê hin paşe, siltan û qiralan jî hatiye kirin. Wek Siltan Ehmedê Xweşnavî, Îbrahîn Xan Mîrê Hekariyan, Çinar Axayê Wanî, Siltan Mûradê Stenbolê, Mam Bapîrê Berêsipî û gwd.  Lê belê lehengê sereke dîsa jî Mîrze Mihemed e.

Di bingeha çîrokê de, gelek siqûmat û bûyerên mezin hene ku bi serê hin kesan ve  hatine. Ew kesên wisa, hin caran hatine naskirin, hin caran jî nenas mane û behsa wan ji aliyê xelkê ve hatiye kirin û gelek caran dubare bûye heta ku li piraniya herêmên Kurdistanê jî belav bûye. 

Herweha di bingeha çîrokên Folklora Kurdî, ji bo çêkirina filîman, xasma jî filîmên karton ji bo zarûkan, materyaline pir dewlemend hene. Li gor naveroka wan û li herêma ku  jê ne, (ango Kurdistan) filîmên wisa hêja dikarin bêtin çêkirin ku xelatên giranbiha werbigirin.

Çîroka Folklora Kurdî, bi piranî li ser van şaxên hanê hatiye rûniştandin: Jiyana rawilan, meselok û leqemokên di nava mirovan de û pêkenok û qirfokên wan, serpêhatî, heyranok û payîzok, şîret û nesîhetên, biwêj û Gotinên Pêşiyan. Helbet ev hemû jî di nêv çarçoveya Çanda Kurdî de ne.

Bêguman ew tiştên ku min ew di lêkolîna xwe ya duwazdeh salan de peyitandine û bala min li ser wan hatiye kişandin ku di bingeha Çîroka Folklorî de ne, 133 tiştên cuda ne.  Lê eger lêkolîneke berfirehtir li serê bête kirin, wê gelek tiştên ku bala min neketiye ser wan jî derkevin holê.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li aliyê ciwanên Kurd ên nûjen ve, her şad û serkeftî bin.

 

03/ 12/ 2014

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button