Nivîsar

DAIŞ Xerabkarên Kurdistanê (Goran) pîroz dike!..

   Cemal BATUN  Gotinek pêşiyan a kurdî heye: ”Ger dijmin ji kiryarên te memnun be, xeletiyek di te de heye!”. Ev çendîn roj in li Başûrê Kurdistanê, qaşo di bin navê ”protestoyên ji bo mûçeyan” xwepêşandan li deverên û derdora Silêmaniyê pêk tên. Ev hewldanên ku di pişt de bi taybetî Tevgera Goran heyî, ji armanca protestoya mûçeyên derketiye û bûn e ”çalakiyên dijminane hemberê Partiya Demokrat a Kurdistanê”. Li deverê buroyên PDK û dezgehên nêzîkî PDK tên şewitandin. Heta buroya dezgeha medya ya Rudaw li bajarê Silêmaniyê jî bû armanca êrîşkaran(!) Gotina dawî, ez ji destpêkê vê bibêjim: Ev çalakiyên ku ji alî Tevgera Goran û koordînatorê wê Newşirvan Mistefa hatî organîzekirin – xebatek dijminane ne li dij PDK tenê, ew li dij ewleyî û aştiya civatî ya li Kurdistanê ye! Ev siyaset a êrîşkar tenê di berjewendiya dijminên Kurdistanê de ye. Memnuniyeta DAIŞ ji xebata Goran nîşanek berçav a van çalakiyên Goranê ye. Herweha siyaseta paralel a Goran di berjewendiya Komara Islamî û dijberên Kurdistanê de, ji çavê welatparêzên Kurdistanê narev e. Tevgera Goran, qaşo ji bo guherandinê ber bi demokrasiyek berfereh ve li Başûrê Kurdistanê derket holê. Lê kiryar û xebata Tevgera Goran her çû diyar bû ku: ew ne ji bo demokrasiyê, ji bo tevlîhevî û xerabkeriyê li Kurdistanê derketiya saheya siyasî. Qaşo Tevgera Goran demokrasiyê dixwaze, lê li dij hilbijartina Serokê Kurdistanê ji alî gelê Kurdistanê ve derdikeve! Ango iradeya gel û milletê Kurdistanê nas nake, naxwaze gel ê Kurdistanê bi vîn û îradeya xwe bilindtirîn temsiliya xwe hilbijêre(!) Tevgera Goran, di desthilatdariya wan deverên ku îro ”protesto” li wir dardikevin de xwedî gotin e. Li wan deveran di dezgeh û sazûmanan de xwedî berpirsiyarî ye! Lê, di wan çalakiyên ku organize dike de, tîr ên êrîşkariyê dibe ser buroyên PDK, ne wan sazumanên ku birêvebiriya deverê dikin. Ger li deverê ne memnuniyeta gel / xelkê hebe, gunehê bîngehîn a wan sazûman û dezgehên ku deverê birêve dibin de ye. Goran li vir jî, ne siyaseta demokrat, siyaseta xerabkariya û dijminahiya civatî birêve dibe! Divê tevgera Goran jî û hemû aliyên din jî ku wekî maşika dewletên dagîrker û dijminên Kurd / Kurdistanê yên derve (bi taybetî ya Komara Islamî) tevdigerin, bizanin Başûrê Kurdistanê di dîroka Kurd / Kurdistanê de berztirîn keyan û destkeftiya neteweyê me ye! Kurd / Kurdistan kiryarên xerabkar û têkdanê yên Goranê qebûlnakin. Kurd  – mezintirîn destkeftiya xwe ya dîrokî nahêlin ku bibe qurbanê siyaseta dijmin û destên dijminên Kurdistanê li Başûrê welatê me!.. Neteweyê Kurd wekî çavên xwe dê Kurdistana azad biparêze!.. Kurdistan ji demek dîrokî ve derbas dibe. Li aliyekî – dagîrkerên / dijminên Kurdistanê ji bo têkdana Kurdistanê di nav şerek vekirî de ne. DAIŞ a terorist bi her awayê nemirovane êrîşê Kurdistanê dike û pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremaniyek bilind welatê xwe û mirovayetiyê diparêzin. Li aliyek din-pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ji her demê zêdetir di rojeva cîhanê de ye. Di nav vê dema nazik a dîrokî ji bo gel ê Kurd / Kurdistanê de, hêvîdar im ku ji nav Tevgera Goran ew eqliyet a selîm derbikeve û dev ji van kiryarên xwe yên dijminane li hemberê Kurdistanê berdin. Jibîr nekin ku DAIŞ wan pîroz bike – xeletiyek di van kiryarên wan de heye. Nebin maşika dijberên Kurd / Kurdistanê!…  Stockholm: 11 cotmeh 2015_________________________

Back to top button