Polîtîk

Daîş wê êrîşî Kerkûkê bike

Birêveberê Asayîşa Kerkûkê behsa berfirehbûn û bihêzbûna Da’îşê dike û dibêje Da’îş wekî sala 2014 dixwaze navçeyeke berfireh bixe bin desthilata xwe, niha li çend cîhekê Wîlayeta xwe damezrandiye.

Îro sêşem 26.05.2020 Emîd Îdrîs Refet Birêveberê Asayîşa Kerkûkê ragihand: Rewşa Tenahî ya Kerkûkê li rewşeke awarte de derbas dibe, hejmara amarên li ber destê Birêveberiya Asayîşa Kerkûkê heye, rewş ewqas metirsîdare ku tevgerên Da’îş ji berê gelek zêde kiriye. Niha wekî partîzanî çalakiyên terorîstî nakin, belku li çendîn cîhan ji bo xwe baregehan avakirine.

Her wiha Îdrîs Refet got: li çendîn cîhan Da’îş Wîlayeta xwe damezrandiye û bingehên rêxistina xwe berfirehtir kirine. Heta wê radeyê metirsiyên wan ji bilî li Kerkûkê wekî Hewîce, Reşad, Ebasî, Daquq û komek cihên belav bûne û metirsiyê veguhestine li nava bajarê Kerkûkê. Li çend rojên derbasbûyî raste rast êrîşî Da’îş li ser Birêveberiya Hewalgiriya Kerkûkê û danîna bombeyên çandî li nava Kerkûkê ji bo hêzên Iraqê û kirdara terorîstiya dawî jî serbirîna polîsekê Kurd bû li çend rojên derbasbûyî.

Li gor van tevgerên Daîş û ezmûna wê ya dagîrkirina bajarê Musilê nîşan dide ku egera wê yekê heye ku Daîş di demeke nêzîk de êrîşî bajarê Kerkûkê bike û wê bêxe bin kontrola xwe. Ji ber ku ev demeke Daîş li dewruberê Kerkûkê û nava bajar çalakiyên tirs belavkirinê dike û li Musil û Şingal û deverên din jî wiha kiribû.

Back to top button