Polîtîk
Dadgeha Federal hejmara parlamenterên Herêma Kurdistanê ji 111an daxist 100î
Dadgeha Federal ya Iraqê biryar da ku hejmara kotaya kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ne destûrî ye.
Dadgeha Federal ya Iraqê diyar kir ku dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 herêmên hilbijartinê û hejmara kursiyên kota ne destûrî ne.
Hat ragihandin ku bi biryarê hejmara parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111an daxist 100î.
Di derbarê bûdçeya Herêma Kurdistanê de jî, Dadgeha Federal amaje bi wê yekê kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata petrolê û neftê radestî Bexdayê bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê hikûmeta Iraqê misoger bike ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bên dayîn”.