Civak

Li Stenbolê kî li pêş e?

Murat Kurum di weşana zindî de encamên anketê eşkere kir: Li Stenbolê kî li pêş e?
Namzetê AK Partiyê yê şeredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Murat Kurum diyar kir ku ew di rapirsînan de li pêş in.

Kurum di derbarê rewş û helwesta DEMê de jî axivî û got:

“Di pêvajoya heyî de; gotin DEM negiha serlidanê di vextê xwe de li dezgehê Hilbijartina bide, hina got negihat û hina got ku gihat, gotubêjek bi vî awayî çêbû. DEm ne xwedî biryarekî bp ku, beşdarî hilbijartina bibin yan nebin.

Dawîyê de hat zanîn ku, Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî serlêdanên wan qebûl kir. Bê guman, em baş dizanin ku ew talîmatên xwe ji ku digirin. Di vê wateyê de hemû gelê me dibîne û gelê Stenbolê jî dibîne ku di nava konsensusa bajêr de ye û hewl dide pêvajoyê di nava tifaqên cuda de bimeşîne. Lê ew di kîjan tifaqê de bin jî, ji bo me ferq nake. Ger were jî em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ez binê vê yekê xêz dikim. “Em ê di şeva 31ê Adarê de bi hev re li Stenbolê serbikevin.”

Berdewamiya axavtina xwe de Kurum got:

Gelê Stenbolê piştî 40 rojan wê ji tifaqeke qirêj rizgar bibe. Em derketin qadan, proje û xeyalên xwe me ji gelê Stanbolê re got.Em bi 1,5, 2 puanan bi pêş ketin.”

“Her ku diçe em coşeke wisa dibînin ku gelê Stenbolê li hêviya 40 rojên pêş me ye. Di rapirsîna de manîpule dikirin ku 8-10 puan xwe li pêş didan nîşandan. Em derketin qadan û niha em li pêş in.” bi 1,5-2 pûanan. Rapirsîna li qada rapîrsînê ya herî raste.


Back to top button