Di Destûra Bingehîn a nû de divê Kurd jî hebin

Serokê GUNSÎADê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû diyar kir ku tundî ne rêbaza lêgerîna mafan e û bang li PKK kir ku dev ji çekan berde.
Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrê Rojhilat (GÜNSİAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû, ji çapemeniyê re pêvajoya hilbijartinên herêmî nirxand û got: “Em hêvîdar in ku hilbijartin bi çandek demokratîk bê kirin. Divê rêz li tercihên cuda û tercîhên siyasî bên girtin, meylên siyasî yên cihêreng li herêmê hene, nêrîn hene. Em jê re dibêjin demokrasî”.
Bedîrhanoglû, pêvajoya çareseriyê ya ku di sala 2013an de dest pê kir bi bîr xist û got: “Hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an ku me hemûyan ji nêz ve şahidî lê kir, tevî serkeftina wê ya siyasî, projeyek mezin têk çû. Ji bilî serkeftinek siyasî, projeyek mezin têk çû, projeya herî girîng a dîroka Komara Tirkiyê têk çû. Bi baweriya min wê demê hikûmet û dewletê biryarek dîrokî dan û gavên guncav hatin avêtin. Di civakê de baweriyek xurt hebû ku wê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê paşê, giraniya pirsgirêkê winda bû. Di vê xalê de ji bilî rê û rêbazên demokratîk tu hilbijartinek din ji bo pirsgirêka Kurd fêdeyê nade. Yekane tercîha Kurdan israra di siyaseta demokratîk de ye. Di vê çarçoveyê de bidawîkirina kiryarên çekdarî yên li dijî Tirkiyê wê rê li ber siyaseta demokratîk veke. Yek ji rêyên ku rê li ber siyaseta demokratîk veke rakirina tundiyê ye”.
‘Di Destûra Bingehîn a nû de divê Kurd jî hebin’
Bedîrhanoglû bal kişand ser xebatên li ser Destûra Bingehîn a nû û weha got: “Ez mijara makqanûna nû ya ku birêz serokkomar gelek caran anîbû zimên girîng dibînim. Lê em wisa difikirin ku di makzagona nû de divê hemû aliyên siyasî yên li parlamentoyê û heta hemû pêkhateyên civakê cîh. Heger em hemû beşên civakê tev li vê pêvajoyê bikin em dikarin pêvajoya demokratîk a sivîl ava bikin“.