Civak
Li Colemêrgê 109 kîlo tiryak hat bidestxistin
Li Colemêrgê di operasyonên ekîbên cendirmeyan de li 3 xalên cuda di tûrikan de bi tevahî 109 kîlo û 504 gram tiryak hat bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê de weha hat gotin:
“Di encama xebata bi qîmet ya cendirmeyan de li bejahiya navçeya Geverê, li 3 xalên cuda û di nav topan de 36 kîlo 484 gram metamfetamîn, 10 kîlo 852 gram eroîn û 62 kîlo û 168 gram madeya hişbir a skunk hat bidestxistin. Ji bo aramiya bajarê xwe û ewlekariya can û malê welatiyên me wê xebatên me bê navber bidomin”.