D.X.B. xwarina rojane li ser 2300 malbatên penaberên Rojava dabeş kir
Li dirêjahiya helmetên xwe yê bi navê xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya nivîsîngeha xwe ya wargehê ve bi awayeke rêkupêk hevkarî û yarmetiya malbatên penaberan dike, li vê hevkariyê de karwana û azuqe û xwarina rojane li ser (2300) malbatên penaberên wargeha Kevirgoskê dabeşkir.
Roja 09/12 li helmetek ya wargeha Kevirgoskê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên xwarina rojane li ser 2300 malbatan dabeşkir. Heman demî de li dabeşkirina pêdiviyên dinê penaberan de berdewame. Xwarin jî ji (Zeyt, Mereba, Savar, Fasulya, Nîsk, Ard, Şekir, Doşava Temate, Xwê) pêkhatibûn.
Ji aliyê xwe ve penaber Mihemed Osman Çeto li hember vê xizmeta ku bi berdewamî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî wan dike got: Gelek spasiya wan dikin birastî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewamî li rêya dabeşkirina pêdiviyên rojane û kelupelên zivistanê jî de hevkariyekî gelek baş li me dike û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazîn û destxweşiyê li wan dikin û mînaka wan her zêdebê. Heman demî de hemwelatiyekî dinê vê wargehê ye bi navê Şivan Nayîf Hesen bi heman awayî ve spasiya nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir li wargeha Kevirgosk û hêviya berdewamiyê ji bo wan xwestin, heman demî de ragihand: Ji wê dema ku em hatine vê wargehê bi tu awayekî me hest bi koçberiyê nekiriye ji ber ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve berdewam xwarina rojane û mehane didin me, heman demî de ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî take dezgeha xêrxwaziye kariye bê veqetîn li gel êş û janên penaberên Rojavayê Kurdistanê da bê.