Civak

D.X.B alîkariya koçberên Rojawaya Kurdistanê yên li Erbetê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê helmeta berdewam da ji bo alîkarî kirina koçberên Rojawayê Kurdistanê, hevkariyê digihîne 50 malbatan ku niha bi awayekî demkî li wargehekî nahiyeya Erbet da hatine nîştecîh kirin.

 

Roja 07/01/2013 li dirêjahiya kar û çalakiyên xêrxwaziyan da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna nûnerê birêveberê nahiye û kesayetiyên siyasî û hikumiyên navçeyê û her wiha nûnerê encûmena wargeha koçberan, hevkarî û pêdiviyên xorak wekî: Birinc, fasulya, savar, şekir û qutuyê avatemate û zeyt û şekir dabeşkir. Li gel wê yekê jî doşek û betanî her wiha dabeşkirdina sûtemeniyê li ser 50 malbatên koçberên Kurdên Rojawayê Kurdistanê li nahiyeya Erbet de dabeşkir.

 

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyek de eşkere kir: Wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li amadebaşiyeke temamdane ji bo alîkarî kirina wan koçberên li seranserê Kurdistanê û hewl didin destê hevkariyên me bigihe hemû koçberên Rojawayê Kurdistanê, bi taybetî ew malbatên li navçeyên cûda cûdayên dinê bajarên Kurdistanê da hatine nîştecîh kirin û gihandina hevkarî û yarmetiyê ji bo wan zehmete, ji bo wê yekê weku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl didîn van malbatan ji wan hevkariyên xwe bêbe nekîn. 

 

Ji aliyê xwe ve nûnerê birêveberê nahiyeya Erbet gelek spasî Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî kir ku karîne wan hemû rêya dûr bibrin ji bo gihandina komek û hevkariyên wan bi koçberên Rojawayê Kurdistanê li wargeha Erbet û ji tengasiya zivistanê û ji nebûna pêdiviyan me rizgar kirin.

 

Back to top button