Nivîsar

CÛREYÊN GOVENDA KURDÎ

Hin stran, destan û helbestê ku di govendê de têne gotin, naveroka wan bûyerên dîrokî ne. Nivşên nûhatî jî bi wan agahdar dibin ku çi hatiye serê bav û kalên wan.

Zeynelabidîn Zinar

Beşeke dewlemend ji leyztikên Kurdan, govend e.

Ji 40î zêdetir cûreyên govendê hene.

Lê mixabin li Bakûrê Kurdistanê di van salên dawîn de gelek ciwanên Kurd hene ku bi saz û stranên xwe, tewrên Govenda Kurdî jî dane guhertin.

Rewneqa Govenda Kurdî pir bi şan û şadan e, heta ku navê wê ketiye berhemên Klasîkên Kurdî jî. Melayê Cizîrî jî weha gotiye:

”Mehbûbê wek stêr e, govend û işqebazî
Têkil biçin semayê, hişyar û mest û serxweş”

Tewrên leyztika govendê, li gor herêmên Kurdistanê têne guhertin.

Herweha li gor herêmên deşt û çiya jî têne guhertin.

Navê qora leyztikên ku dikevin milên hevûdu, GOVEND e.

Di govendê de mirov bi destên hevûdu digirin.

Navê kesê ku dileyizin jî, govendgêrî ye.

Hin cûre govend hene, tenê zilam dileyizin.

Hin cûre govend hene ku tenê jin dileyizin.

Hin cûre jî hene, jin û mêr dikevin milên hev û dileyizin. Navê vê cûreyê jî ”Cergebez.

Di Sedsala Bîstî de, ji bo govendê DAWET hatiye gotin.

Herweha li hin herêmên Kurdistanê jê re DÎLAN, CEMK, REQS, HILPERK û LOTIK jî dibêjin.

Piraniya cûreyên govendê li gor strana ku tê gotin, têne leyiztandin.

Navê 33 cûreyên govendê, ev in li jêrê:

. Govenda Axlêgulê (Qora govendê çep û rast diçe û tê.)

. Govenda Bavlekanî

. Govenda Bedirxanî

. Govenda Bêlimte (Ev cûre govend, tenê di Medreseya Kurdîde tê leyiztin)

. Govenda Berdayî

. Govenda Bêrî

. Govenda Çaçanê

. Govenda Çepik

. Govenda Cizîrkî

. Govenda Çopî

. Govenda Doldolê

. Govenda Dugavê (Govenda Dupê).

. Govenda Emeraxayî

. Govenda Gulçênî

. Govenda Hêneyî

. Govenda Heypêde

. Govenda Hopteşî

. Govenda Hoycer Boycerî

. Govenda Kepranî

. Govenda Kurmancî

. Govenda Qeretajdînî

. Govenda Qilîçanî

. Govenda Sivoreyî

. Govenda Siltanî

. Govenda Şamêranî.

. Govenda Sêgavî (Govenda Sêpê).

. Govenda Şemamê

. Govenda Sêmêlî

. Govenda Şêxanî

. Govenda Tenzere

. Govenda Xirnikî

. Govenda Yarxiştanî

. Govenda Yekpêyî

GOVEND: Jin û mêr, an tenê mêr, bi destên hev digirin û qora xwe dirêj dikin

Di govendê de leyztikvan li gor nikla stranê tevdigerin, bi giştî libata qora govendê nerm didome. Lê eger di gora govendê de jin hebîn, hêj nermtir didome.

GOVENDGÊRÎ: Navê kesên di qora govendê de bi giştî govendgêrî ye. Çi jin be û çi mêr be, jê re ew nav tê gotin. Rêza govendê hin caran pir dirêj dibe. Govendgêrî bi destên hevûdu digirin, an tiliyên hev ên qilîçê bi hevûdu ve beste dikin. Lê dema ku tevgera govendê bibe dîlan, êdî destên xwe davêjin ser milên hevûdu. Bêguman jin di dîlanê de naleyizin.

SERGOVEND: Kesê ku di serê govendê de ye û stran dibêje. Dema sergovend dibêje û malika xwe bi dawî dike, çend kes ji qora govendê bi hev re eynê gotina sergovendî dibêjin û hin caran jî dibare dikin.

DÎLAN: Reqsa govendê ya pir bi kêf û şadî û libata zêde ye. Stranên ku tê de têne gotin jî, bi dengê bala têne gotin.

Bûjenên ku di govendê de têne bikaranîn ev in:

. Stranên curbicûr

. Bilûr

. Erbane

. Def.

. Zirne.

. Tembûr

. Saz

. Çepik

Hin stran, destan û helbestê ku di govendê de têne gotin, naveroka wan bûyerên dîrokî ne. Nivşên nûhatî jî bi wan agahdar dibin ku çi hatiye serê bav û kalên wan.

Ev babetê Govenda Kurdî pir berfireh û kûr e. Hêja ye ku çend cild pirtûk li serê bêtin nivîsandin.

Hêvîdar im ku ev nivîsa min bibe kilîd ji bo hin ciwanên ku li ser babetê lêkolîn dikin.

Spas ji bo Pîrê Xerzanê Ebduleh Celan û Seyda Goyan ku di peydakirina navên govendê de bo min bune alîkar.

Her şad û bextewer bin…

Gundê Çirçirkê 19/ 02/ 2021

Back to top button