CivakRojev

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Roja 16.02.2021 biryara dadgehê ya ji bo sizadana çend girtiyek dilgiraniyê dirust kiriye, lê belê ewe biryara dawî nîne. Li gor yasa, mafê sizadayiyane tane li biryarê bidin, dadgeha pêdaçûnê jî erkê xwe ye bi piştbestin û rêzgirtina li yasa û mafên mirov û mafên yasayî lêpirsînlêkirî û lêpirsînkar, bi keysê da biçê heta hemû hest bikin wekî hev mafê wan parastiye.

Ji aliyê xwe ve em çavdêriya wê pirsê dikîn, tekez li serweriya yasa û rêzgirtina li serbixweyî ya biryara dadgehê û li prensîpên mafê mirov dikîn. Divê yasa serwer bê û hîç aliyek û kesek mafê destêwerdanê li karubarê dadgehê da tûne.

Gelê Kurdistanê tu demekê paşvekêşiyê li azadiyê nake, rê jî nayê dayîn azadî ji bo nehiştina azadiyê bi xwe, xerap bê bikaranîn. Parastin û çespandin û pêşxistina azadî û demokrasiyê, pêkhatiye ji serweriya yasa û serbixweyî ya dadgehê, serbixweyî ya dadgehê jî ji çawayiya karê dadgehê û dadweran ve tê dîtin. Dadgeh û dadwerên birêz divê rûmeta serbixweyî ya xwe ya bi navê serweriya yasayê da biparêzin, heta rûmeta mirov û rûmeta welat li sayeya rûmeta yasayê da parastî bê.

Daxwaz li hemû aliyek dikim li gel maf û azadiyan li rexnegirtin û li dirustkirina guvaşên medeniyane beranber her biryarek, karekî wiha nekin bêbawerî bi dadgeh û yasa û her çi dam û dezgehane bê dirust kirin, ji ber bêbaweriya bi serweriya yasa, wiha dike êdî kes li ser û jiyan û keramet û mal û saman û paşeroja xwe piştrast nebê. Bila rexne û karên me ji bo baştirkirin û serwerkirina yasayê bê, ji bo rûxandina baweriya xelkê nebê bi yasa û dadgeh û sazî û damezraweyên fermî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18.02.2021

Back to top button