CîhanRojev

Heta dîyalog çênebe sizayên li dijî Tehranê sist nabin

Berdevika Qesira Sipî Jen Psakî dîyar kir ku ti plana Amerîka ya ser sistkirina sizayên dijî Îranê tune.

Jen Psaki da zanîn ku ew niha nafikirin ku bo vegera li peymana navokî ya 2015’an biryarnameyekê biweşînin.

Psaki ji rojnamevanan re got ku berî ‘’dîyaloga dîplomatîk’’ ewê ti gavan neavêjin.

Washingtonê roja Pêncşemê ragihandibû ku ew bo vegera li peymana navokî hazir e ku bi Tehranê re dest bi hevdîtinan bike.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump sê salên berê Washington ji peymanê vekişandibû.

Li gor peymana navokî, Tehranê pejirandibû ku ew li hember bidawîbûna toleyên navneteweyî bernameya xwe ya navokî qut bike.

Piştî rêvebirîya Trump ji peymanê vekişîbû, Amerîka dijî Îranê jinûve tole ragihandibûn û Tehranê jî qonax bi qonax dest bi binpêkirina peymanê kiribû.

Tehran dibêje ku bo ew bernameya xwe ya navokî bi şûnde vegerînin divê Washington toleyan bi dawî bike.

Jen Psaki, li ser pirsa ewê bo jinûve geşkirina peymanê biryarnameyê biweşînin yan ne, bi bîr xist ku Yekîtîya Ewrupa (YE) xwestiye ku Îran û welatên din yên peyman îmza kirine, Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Amerîka dest bi danûstandinan bikin.

Psaki dîyar kir ku Ewrupîyan ew bo dîyalogê vexwendine û hewce nake ew gavên zêdetir biavêjin.

Back to top button