Hevpeyvîn

Claudia Roth: Vebûna AKPê Derewên Polîtîkaya Tirkiyê Rawestand

Claudia Roth: Vebûna AKPê Derewên Polîtîkaya Tirkiyê Rawestand

Seyîdxan Kurij

 

Rûdawnet – Duisburg: Seroka Federal ya BÜNDNIS 90/Die Grünen (Partiya Keskan) Claudia Roth dibêje li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û Tirkiye ji bo derbasî Yekîtiya Ewrûpa bibe, divê li beramber mafê mirovan rêzmend be û pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk li gor pîvanên konvensiyona mafên mirovan a navnetewî çareser bike. Roth di derbarê têkliyên Almanya û Kurdistanê de jî dibêje ew wek yekem koma parlamenteran çûne Kurdistanê û daxwaza geşkirina têkiliyên herdû aliyan kirine. Roht bersiva pirsên Rûdawê dan.

 

Çend meh berê li Almanya hilbijartinên giştî pêk hatin. Hun bi giştî û ji bo partiya xwe wan hilbijartinan çawa dinirxînin?

Di wan hilbijartinan de me ji sedî 30ê rayên xwe zêde kirin û ew netîceyekê herî başe ku me heta niha di hilbijartinên Parlementoya Federal de wergirtine. Lê mixabin dîsa jî me nikaribû astengên avabûna qoalîsyoneke kevneperest bin. Lewra sosyal demokratên Almanya di dîroka xwe de qrîzê herî kûr dijin.

 

Partiya we di bernama xwe ya hilbijartinê de digot wê bi konsepta pîşesaziya ekolojîk 500 hezar cîhên kar peyda bikin.

Em dixwazin ji bo mîlyonek însan kar peyda bikin. Emê şaxên ku dahatiya wan heye, di wan şaxan de veberhênanê pêk bînin. Wek mînak şaxên wek enerjiya ku xwe nû dike, di wî warî de di wan salên dawî de sedhezaran cîhên kar vebûn. Her wiha di warê kiştûkala bîo de jî potensiyaleke mezin heye. Ji xeynî wan em dixwazin di warê perwerde û tenduristiyê de ji gelek cîhên kar peyda bikin.

 

Li Kopenhagenê Konferansa Keşûhewayê ya UNO pêk hat. Hêviyên we ji vê konferansê çine? Daxwazên we ji dewletên endustriyel û şîrketên mezin yên cîhanê çibûn?

Ji ber ku dinya germtir nebe, divê dewletên endustriyel emîsyona gazên serayê kêm bikin. Divê Almanya gazên serayê heta sala 2020an ji sedî 40 kêm bike. Gava germahî wisa berdewam bike, planeta me dikeve xeterê. Herwiha wê ji dewletên endustriyel ku bi emîsyona karbodîoksîtê keşûhewa lewitandin, divê niha alîkariya dewletên paşdamayî bikin ku ew jî fêrî guherandina klîmayê bin. Ji bo wê divê ew hem bi pere, hem ji bi teknolojiyê alîkariya wan bikin. Piraniya konzernên mezin ji niha ve tegihiştinê ku divê klîma were parastin. Divê ji me herkes bi zanabûn hawîrdorê û klîmayê biparêzê û di her gavên xwe de hişyar be.

 

Wek tê zanîn di demên dawîn de Hikûmeta Tirkiyê bi navê ‘‘Vebûna Kurd“ projeyek eşkire kir. Hûn vê projeyê yan jî vê polîtîkayê çawa dinirxînin?

Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bernameyekî reforman eşkere kir û di vê çarçovê de gavên cihê baweriyê avetin. Ew ji bo me pêşveçûnên mezin yên sîvîl in û em bi germî pêşwazî û piştgirî dikin. Niha derewên polîtîka Tirkiye ku bi sedsalan didomin, bidawîbûn. Tirkiye dewletekê fire olî û fire netewî ye. Gava Tirkiye xwe wek dewleteke demokratîk û dadmend bihesibîne, divê hemû mafê kêmnetewan biparêze û misoger bike. Di wî warî de pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Kurd e. Me her tim xebat kir ku polîtîka Tirk, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk li gor pîvanên konvensiyona mafên mirovan ya navnetewî çareser bike.

 

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwistî bi piştgiriya hêzên navnetewî heye. Ji bo wê heta niha partiya we çi kir û ji bo pêşerojê çi planên we hene?

Hewldanên Tirkan yên rojane ku dixwazin bi Kurdên Tirkiyê re dest bi diyalogê bikin, ji aliyê hemû dewletên demokratîk ve tên piştgirî kirin. Yekitiya Ewrûpa (YE) li vir dikare rolekî taybet bilîze. Lewra niha bi Tirkiyê re ji bo daketina YE danûstandin didomin. Divê YE bi zimanekî vekirî û misoger ji Tirkiyê re bêjê ku ‘heta hemû pirsgirekên girîng yên kêmnetewan û yên mafê mirovan çareser nekin û heta nebin dewleteke dadmend hun nikarin bibin endamê YE yê.‘ Divê Tirkiye berê li gor pîvanên YE bibe dewleteke demokratîk û dadmend, wê gavê dikare di nav YE de cîh bigre.

 

Demekê berê ji ber rewşa Abdullah Öcalan ji aliyê DTPê ve li çend bajarên Kurdıstanê çalakiyên demokratîk hatin organîze kirin, lê li vir di navbera xortên Kurd û polîsan da pewçûn derketin. Piştre jî DTP hat girtin. Hûn bi giştî pozîsyona DTPê çawa dinirxînîn?

Ji ber ku li Tirkiyê hêza muxalefeta nasyonalîst û şovenîst ku carna dibe sedemê kiryarên qirêj, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên pragmatîst û realîst werin avêtin. AKP işareteke cihê baweriyê da ku ew amade ye ber bi Kurdan ve biçe.  Ew faktoreke girîng e ku li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pewîst e. Nûnerê Kurdan û rêxistinên wan divê vê yekê her li ber çav bigrin. 

 

DTP hat girtin. Koma Keskan li Parlementoya Ewrûpa li dijî vê yekê çi kir?

Girtina DTP sînyaleke werankirinê û darbeyeke pir mezin e ku dikare Tirkiyê çend salan paşve bavêje. Me çend car di vê derheqê de dîtînên xwe anîn ziman. Me got ku qedexekirin ne tiştekî pozîtîf e, çareserkirina pirsgirêkan zêhmettir dike. Me ji YE daxwaz kiriye ku rêyên vekirinê û diyalogê berdewam bikin.

 

Hûn bi gişti polîtîkaya DTPê çawa dinirxînin? DTPê polîtîkaya AKP baş nirxand? Bi gotinekê din DTP ew derfet bo çareserkrina pirsa Kurd baş bikaranî?

Di nav DTPê de gelêk hevalên min hene, ez pir qîmet didim wan. Dîtînên wan ji bo min hêja ne. Gava em tevî delegasyonan diçin Tirkiyê, em hewl didin ku em bi DTP re jî rûnîn. Bi awayekî eşkere diyar e ku pozîsyona hevbeş ya DTP li meclîsê nîne. Li gor tecrubeyên min ji bo destpêkirina çareseriyeke cihê baweriyê û ji aliyê polîtîk ve pêkhatî pêwistiya Kurdan di parlamentoya Tirkiyê de bi temsîlê heye. Bi qedexekirina DTPê ew derfet ji destê Kurdan naçe. Siyasetmedarên biaqil û kêrhatî dikarin formên din bibîbinin, da bikaribin berjewendiyê alîgirên xwe biparêzin. 

 

Ez dizanim ku pêwendiyên we bi Başûrê Kurdîstanê re jî baş in. Hûn demekê berê li Başûrê Kurdîstanê bûn. Hun pêşveçûnên Dewleta Federal ya Kurdîstanê çawa dinirxînin?

Pêşveçûnên Kurdîstana İraqê (Başûrê Kurdistanê) hêviyên mezin didin me. Berî her tiştî ji bo parçeyê din yê İraqê. Lewra rewşa Kurdîstanê ya ewlekarî û li vir bicîhbûna strûktûra polîtîk nîşan dide ku ew peşveçûn li İraqê ji mimkun in. Ger mirov strûktûra Kurdîstanê ji bo parçeyê din yê İraqê bigre ber çavan, wê gavê strûktûra Kurdîstanê dikare ji bo İraqeke Federal bibe mînakeke pir baş. Kurdistaneke demokratîk ku bikaribe xwe di İraqeke federal de bi rêyeke  aştiyane û dadmend xwe pêşve bibe, dikare ji bo dewletên cîran, însanên ku vê herema mezin û bê aramî de dijin de bibe nîşaneke baş. Bi wî awayî însan dikarin bibînîn ku bi rêyên demokratîk ji dibe.

Almaya niha li Hewlerê balyozxaneyek vekiriye. Hun pêwendiyên navbera Hikûmeta Federal ya Kurdistan û Almanya çawa dinirxînin?

Gera me ya Hewlêr û Silemaniyê gera yekemîn ya koma parlamenterên Almanya bû. Piştî vê gerê, me wek fraksyoneke parlamenterên Alman daxwaz kir ku Almanya li Kurdistanê nûnertiyekê veke. Daxwazên me çend sal paşê hatin cîh. Bi bernameyên polîtîk – kulturel Almanya dikare ji bo geşbûna pêwendiyên aborî jî pir tiştên baş bike. Ji bo piraniya veberdêrên biyanî rewşa polîtîk ya navxweyî û rewşa ewleyî pir girîng in.

Hûn wek ‘hevala koçberan‘, lê piranî wek ‘hevala Tirkan‘ tên nasandin. Li Almanya ne tenê koçberên Tirk, koçberên ji netewên din ji hene. Hun di nav koçberan de layengiriyê dikin?

Ez li Almanya û Li YE ji bo entegrasyoneke modern û polîtîkaya penaberî ya mirovane kar dikim. Ew polîtîka ji feraseta min ya derheqê mafê mirovan û mafê hevwelatiyê tê afirandin. Ji ber wê gava ez cara yekemîn çûm Tirkiyê, ez li hemberê binpêkirina mafê mirovan û mafê kêmnetewan derketim. Keskan di Parlametoya Ewrûpa de bi awayekî vekirî pirsgirêka Kurd û ermeniyan anîn rojevê û li ser nîqaş kirin. Ji ber wê ez ji aliyê nasyonalîst û şovenîstên Tirkan wek ‘dostê Kurdan û dijminê Tirkan‘ hatim nîşandan. Pozîsyona ku ez di hevdîtinên entegrasyon yên li Almanya û hevdîtinên daketina Tirkiyê ya YE yê de temsîl dikim dibe sebeb ku ez ji aliyê rasîstan ve jî wek ‘dosta Tirkan‘ bêm nîşandan.  Ew ji bo min ne girîng e. Ji bo min prensîb û dilsoziya hevalên min ku li gelêk welatan da dijin, girîng in.

(Rûdaw)

Back to top button