Bayramoglu: Divê prosesa vekirina demokratik berdewam be
Rojnemevanê naskirî Alî Bayramoglu di hevpeyvînek ya xwe de behsa rojeva siyasî ya li Tirkiye kir û li ser prosesa vekirina demokratîk dîtinên xwe gotin. Herweha Bayramoglu di derbarê pirsa vekirina demokratîk de bala hukumetê kişand.
Di hevpeyvîna xwe de Alî Bayramoglu dibêje: Heger hukumet di derbarê çareseriya pirsa Kurd de sernekeve û ev pêvajoya vekirina demokratîk ji aliyê hukumetê ve bê sekinandin dê rewşa Tirkiye bi temamî bê guhertin. AK-Partî, dê pişgiriya xwe di nav milet de winda bike. Hêdî Kurd û lîberal li Tirkiye dengê xwe nadin Ak-Partiyê. Wek din dê ihtimalek mezin dengên Ak-Partiyê ji bo hinek partiyên din herin. Lê Kurd jî vê prosesê bixetmînin, dê cardin rewşek ne baş peyda bibe. Hingê beşê kûr yê PKK-ê û dewleta kûr dê dest bidin hevdû. Dema fikra siyasî cardin cihê xwe bihêle ji fikra asayîşê re dê rewş xirab bibe.
Di beşek din yê axaftina xwe de Bayramoglu pêwistiya berdewam bûna vekirina demokratik diparêze. Li ser pirsekî Bayramoglu dibêje: Terefek hukumete terafê din Kurdin, lê hukumet kurdan muxatab nastine û ji bo wê jî kurd hewldidin vê prosesa vekirina demokratîk bixetimînin.Niha Kurd bi xwe jî bi temamî ne bawerin ku, wê di çerçova demokrasiyê de pirsa wan bête çareserkirin. Prosesa vekirina demokratîk, şûna çek siyaset êxist rojevê de ev gelekî girînge.Dixweyê niha wê hukumet hinek din kurdan muxatab bistîne. Destpêkirina prosesa vekirina demokratîk gavek gelek girîng e û divê berdewam be.