Barzanî: Pêwediyên PDK-ê û YNK-ê stratejîkin

Serokê Kurdistanê di derbarê pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Ev deqê peyama Barzaniye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Eve demeke têbîniya wê yekê dikim ku hinek medya li raport û nivîsên xwe de gumanê dixin li ser pêwendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yêkîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û peymana stratejiya di navbera wan, an jî pêwendiyên di navbera min û Mam Celal da.

Ez tekîd dikim ku pêwendiyên di navbera Partî û Yêkîtî gelek başe û her du alî jî girêdayî xal bi xalên peymana stratejiyêne û pêwendiya şexsî ya di navbera min û cenabê Mam Celal jî pêwendiyeke birayane û bi hêze û ew pêwendî jî li berjewendî û sûdmendiya Herêma Kurdistanê da ye.

Ez daxwaz ji wan medyayan dikim ku li asta berpirsiyariya dîrokiya xwe de bin û şikest û derz nexin di navbera pêkhatên siyasiyên Kurdistanê, ji ber ku eve ne li berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye û li şuna vê yekê bila mijulî karê dahêneran bin û pêşniyarên bi cih pêşkeşî hêz û aliyên siyasî û Hikûmeta Herêmê bikin ku bi awayeke sûd ji bo berjewendiya bilinda Herêm û xelkê wê hebe.

Mesûd Barzanî

11/01/2010

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: