Cîhan

Amerîka û Fransa dixwazin pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin

Di nava guftûgoyên vê dawîyê de yên navbera Fransa û Amerîka, weha hat ragihandin, ku herdu dewlet dixwazin pirs û arêşeyên(pirsgirêk) Rojhilata Navîn bihên çareserkirin û ew bi xwe, dê van pirs û arêşeyan çareser bikin.

Corc Mitçel ê ku li Rojhilata Navîn şandewerê taybetîyê serokê Amerîka Barak Obama ye û wezîrê derveyê Fransa Bernard Koçner, kombûnek jî di vê derbarê de bi hevdu re saz dan.

Di vê kombûnê de herdu alîyan tekez kirin, ku gerek dewleteka Filistînî bitê damezirandin, da ku Filistînî tê de ji xwe re bi hêminî û aramî bijîn.

Corc Mitçel got: Em dizanin ku dewleta Filestîn nîne.Mafê Filistînîyan jî heye, ku dewleta wan hebe, da ku ji xwe re bi azadî bijîn!

Back to top button