CivakRojev

“Ciwanên Şoreşger”çekdarên PKKê zarokek 13 salî revandin

Li bajarê Qamişlo zarokeke 13 salî hat revandin û malbata wê dibêjin ew ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û bang li diyarkirina çarenivîsa wê dikin.

Siyamend Osman ji K24ê re ragihand, grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger xwişka wî ya 13 salî Sîmav Osman ji nava bajarê Qamişlo revand û heta niha ti agahî li ser çarenivîsê wê tune ne.

Siyamend Osman diyar kir, Sîmav 13 salî ye û îsal pola xwendinê ya heştan qedandiye û dema diçû xuleke havînan a amadekirina ji pola nehan re, ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger ve hat revandin.

Siyamend Osman bi riya K24ê re bang li rêxistinên mafên mirovan, parastina mafên zarokan, rêxistinên yasayî yên navxwe û navdewletî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, destêwedanê di pirsê de bikin ji bo xwişka wî ji bo mal û dibistana xwe bê vegerandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button