Matthew Tueller li ser pirsa Kurdistan24ê ya derbarê vekişîna serbazên Amerîkayê ji Iraqê, ragihand: “31ê Kanûna îsal ti hêzeke şerker a Amerîkayê dê li Iraqê nemîne, lê ev nayê wê wateyê ku ti serbazekî me li vir namîne, şêwirmend û rahênerên me dê bimînin, şêwir û rahênan bidin Pêşmerge û hêzên Iraqê.”

Tueller diyar kir: “Di rojên bê de em ê bibînin ku hinek hêzên me ji Iraqê derdikevin. Daxwaza Iraqê jî gelek zelal e, bi eşkere gotiye ku dixwaze pêwendiya stratejîk ligel Amerîkayê bimîne, ev pêwendî serbazî jî li xwe digre.”

Balyozê Amerîkayê destnîşan kir: “Armanc û hebûna me li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê ye û erkê me jinavbirina DAIŞê ye, lê em rola xwe diguherînin û dikin şêwirmendî.”

Matthew Tueller diyar kir ku ji bilî DAIŞê gefên din jî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hene û got: “Me PKK xistiye nav lîsteya terorê, çimkî zirar daye xelkê sivîl û bûye gef. Niha hemahengiya PKKê bi milîsên Şîe re heye, li hinek deveran; weke nimûne li Şingalê rêgirî li hewldanên hikûmetê dike, rêgirî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatiye îmzekirin û em di wê baweriyê de ne ku ev rêkeftin ji bo rewşa Şingalê çareseriya herî baş e.”

Tueller eşkere kir: “Em gelek nîgeran in ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser PKKê li nav axa Iraqê. Êrîş serweriya Iraqê lawaz dikin. Ji bilî PKK û DAIŞê, hebûna çendîn cûre milîsên li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê, gefên din in li ser asayîş û seqamgîriya navçeyê.”

Balyozê Amerîkayê li ser avakirina konsulxaneya herî mezin a welatê wan li Herêma Kurdistanê, diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku hebûna hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê û hikûmeteke fedaral a bihêz li Bexdayê, dê nimûneya serkeftinê bibe ji bo navçeyê bi giştî û di berjewendiya Herêm û Bexdayê de ye.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: