PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Robert Palladino Konsolê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê pesnê çanda pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên cûda cûdayên Herêma Kurdistanê kir û ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da heye destxweşiyê li dam û dezgeh û damezraweyên Herêmê kir.

Li vê hevdîtinê de rehendên giştî yên diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê hate guftûgo kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê pabendbûna welatê xwe ya bi yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina peywendiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê li warên kultûrî û akademî û aborî de dûpat kir.

Her li vê civînê de ronahî xist li ser proseya siyasî û jiyan û rewşa guzeraniya welatiyên Iraqê û gefên li ber hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her wiha di derbarê qonaxên piştî hilbijartinên Iraqê û peywendiya di navbera aliyên Kurdistaniyan û aliyên Iraqiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button