PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Brîtanya civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, hêviya serkeftinê li erkê nû yê li Iraqê ya ji bo birêz Balyozê nû yê Brîtanya xwest û hemû alîkarî û piştgîriyeke Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê yî de dûpat kir.

Li civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan, hilbijartinên paşerojê ya Iraq, rewşa emnî û pêşketinên dawî yên teror û gef û kirdarên terorîstên Da’îş, erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê, hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li rûbirûbûna terorîstan, rewşa dawî ya belavbûna pejika Kovid-19 û rûbirûbûna wê ya li Iraq û Brîtanya guftûgo kirin.

Li civînê de tekez li ser xwesta du aliyane ya ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Brîtanya kirin û derfeta kar û veberhênanê ji bo kerta taybet û kompanyayên Brîtaniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, diyaloga stratejiya Iraq – Amerîka, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên dewruber, pirsa Sûriye, pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn, mijarên dinê civînê bûn ku xanima Melanie Smart Konsola Giştî ya Brîtanya bi wekalet li Herêma Kurdistanê û şandeke siyasî û serbaziya Brîtanî amade bû.

Back to top button