Civak

Ciwanên PYDê li Qamislo agir berdan avahiya PYKSê

Li bajarê Qamişlo grûpekê êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) kir û hewla şewitandina wê dan.Malpera fermî ya PYKSê ragihand, şeva borî rêxistina Ciwanên Şoreşger ku girêdayê PYDê ne,  bi  bombeyên Molotof êrîşî nivîsgeha wê partiyê ya li rojhilatê Qamişlo kirin û hewla şewtandina wê nivîsgehê dan.Li gorî wê malperê, derengê şeva bûrî, çar ciwanan ku otumbîleke van ya spî bi wan re bû, bi çar bombeyên Molotof êrîşî Nivîsgeha Şehîd Silêman Adî kirin û piştî agir bi hewşa nivîsgehê ket, welatiyên ku malên wan li nêzîkî nivîsgehê ne, ew agir vemirandin.Ev êrîş piştî wê yekê tê, duh ENKSê li pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo derkevin xwepêşandanekê û daxwaza serbistberdana girtiyên xwe yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de kiribûn.Di Tebaxa sala bûrî de jî, nivîsgeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê sê caran rastî êrîş û şewtandinê hatibû. 

Back to top button