Cîhan

Emê bersiva Îranê bidin

Wezîrê bergiriya Îsrail Avigdor Liberman di axvtinek ya xwe de behsa rewşa Suriye û heyina Îranê ya li Suriye dike.Liberman di derbarê siyaseta Îranê li Suriye dibêje: Îran dixwaze li Suriye xwe bi hêztir bike û rewşak nû pêkbîne. Îranê destpêkiriye hinek bingehên bejahî û ezmanî ava dike. Bi awayek din hevkariya milisên Şîe li Libnanê çekên xeter çêdike û cih dike. Ev yek tehditeke li ser ewlehiya Îsrail û em li himber vê yekê bê deng naminin.Herweha serokwezîrê Îsrail Netenyahu jî dema hevdûtin li gel serokê Rusya Putin kirî gotibû: Di rewşa niha de Îran bandora xwe li Iraq, Lubnan û Yemenê zêde dike.Îran rojane behsa îmha kirina Îsrail dike. Em xulekî jî vê ji bîr nakin.Wek dewleta Îsrail em li dijin ku Îran xwe li Suriye bi hêz bike. Li himber tehdîa Îranê em amadene ku ji bo parastina xwe hemû rêyekî bi kar bînin.Herweha Netenyahu da xuyakirin ku, ji bo em rê li şerekî mezin bigrin, divê Îran li Suriye bi hêz nebe.

Back to top button