Helwesta Îsrail ji bo kurda dikin kêmasî

Li Tirkiye aliyên kemalist, nijadperest û çepên netewî dest dijitiya referanduma serxwebûna Kurdistanê kirine û di vê derbarê de kampanya vedikin.Di serê wan de partiya Vatan a ku Dogu Perinçek serokatiyê dike ye, di rojnama Aydinlik rêzenivisekî di derbarê referanduma Kurdistanê de bi zimanê tirkî diweşine. Parêzer Onur Sinan Guzeltan rêzenivisekê dinivîse. Guzeltan dide xûyakirin ku, referanduma Kurdistanê rojeva Tirkiye û cîhanê dagir kiriye.Herweha di nivîsa xwe de cih dide axavtin û daxûyaniyên berpirsên hukumeta Iraqe, Tirkiye û Iranê yên ku dijitiya referanduma Kurdistanê dikin.Behsa helwesta Îsrail ya pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike. Helwesta Îsrail wek kêmasiyek kî ji bo kurda û taybetî serokê Kurdistanê dibîne.Ji aliyek din balkêşe ku, dema dijitiya referanduma serxwebûnê dike di heman demê de dijitiya Barzaniyan jî dike. Ji bo ku Barzani di pirsa referandumê de bi israre û serxwebûna Kurdistanê diparêze dijitiya Barzani dikin û vê helwesta Barzani wek xirabiyekê dide nasandin.Ev aliyên dijminatiya Kurdistanê dikin, taybetî di kesayeta Barzani de vê yekê bi kar tînin. Herweha her tişta di berjewendiya kurdan de be wek xirabiyekî li dijê kurda dinirxînin.Di derbarê pirsa referandumê de dezinfarmasyona belav dikin. Mixabin hinek kurd jî ji derewên wan bawer dikin û di perspektifa wan ya siyasî de rexna dikin.Divê ev dijminên kurda jî tê bigihin ku, hêdî kurd ne kurdê berêne ku berjewendiyên xwe ji bo cîhanekî vale feda bikin.Her demi behtir pêwistiya kurda dewletek serbixwe heye. Ji bo kurd ji komkuji û zilm û zordariyê xilas bibin dewletek serbixwe demana wan e.Eger Îsrail pişgiriya dewletbûna Kurdistanê bike dive kurd bi şanazî pêşwaziya helwesta Îsrail bikin. Gelo di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de çi ferq navbera Serokê Filistiniya Mahmut Abas û Dogu Perinçek de heye?Kurda her demî dewletbûna Filistiniyan parastin. Lê filistiyan rojeki behsa dewletbûna kurda nekiriye.Mahmut Abas di daxûyaniyek ya xwe de dijitiya referanduma serxwbûnê dike. Di derbarê helwesta Filistiniyan de gelek tişt hene ku mirov dikarê behsê bike. Lê niha ne cihê wêye.Divê kurd li himber her aliyê ku li dijitiya referanduma serxwebûnê dikin xwedî helwestbin.N.Firat-nûçe analiz/Rojevakurd