“Bi girseyî beşdarî xwepêşandana Kolnê bibin”PAK-Ewrûpa bi beyanekî bangî Ewrûpiya û hemwelatiyên Kurdistanê ku li Ewrûpa dijîn kir ku piştgirî bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê û roja 26ê tebaxê beşdarî festîvala serxwebûna ya Kolnê bibin.PAK-Ewrûpa di beyana xwe de dibêje ”Kurd êdî naxwazin têkevin şerê ku ne yê wan e. Kurd êdî naxwazin biyanî û xerîb li ser jiyana wan biryarê bidin. Kurd êdî dixwazin li welatê xwe li Kurdistanê bi gelên din yên Kurdistanê re bi awayekî azad, demokratîk û di şertên wekhev de bi hev re bijîn.”Di dawiya beyanê de PAK-Ewrûpa bang dike: ”Roja 26ê tebaxa 2017an li bajarê Almanya Koln Heumarkt xwepişandanek bo piştgirîya giştpirîyê hatîye amadekirin. Em bang li hemû kes, sazî û partîyên azadîxwaz, demokrat dikin bo bi girseyî beşdarbûna vê xwepêşandana Kolnê.”
Pêş
24/03/2025
Rêbaza dilsoziyê ji bo welatî û Kurdistanîbûnê bi ser keft.
23/03/2025
Ekrem Îmamoglu di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de hat girtin
Têkildar
Balkêş e ?
Close