CîhanPolîtîk

Referandum di dema xwe de çêdibe

Serok; Kurdistan; Mesud Barzani hevdîtinên girîng li Hewlêr dike. Îro li Helêr pêşwaziya Balyozê, Yekitiya Ewropa, Balyozê Britanya û Balyozê Almanya li Iraqê kir. Barzanî her sê balyoz yek bi yek qebûl kirin û hevdîtinan de babetê sereke referanduma serxwebûna Kurdistanê bû.Barzani da xuyakirin ku dê referandum di dema xwe de çêbibe.Malpera fermi ya serokatiya Kurdistanê behsa hevtîna dike. Di malpera fermi ya serokatiyê dibêje:Roja pênçşem 28.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patrick Simonnet Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandekî li gel kir.Li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pirsa referandûmê xistin ber behs û guftûgoyan û Balyozê Yekîtiya Ewrupa ragihand ku hevsoze li gel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û helwesta Yekîtiya Ewrupa palpiştîkirine li berdewambûna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexda û behsa komek dîtin û nêrînên li ser çawayiya muamelekirina li gel pirsa referandûmê kir û piştevaniya Yekîtiya Ewrupa jî derbirî li her rêkkeftinek ku li navbera Hewlêr û Bexda bête holê û ragihand ku Yekîtiya Ewrupa amadeyê pêşkêşkirina asankariyên li vî derbarî de derbirî.Her li vê civînê de di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku referandûm pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên dine. Her wiha got bi sedema ezmûna bêhejmar û binpêkirina şeraket û tewafuq û destûrê gelê Kurdistanê li gel Bexda da gihîştiye binbest û bêhêvî bûye û biryara referandûmê biryarekî rewaye û li gel hîç yek ji prensîpên demokratî û miroviyên serdem da nakok nîne û tekez jî li yek alîbûna biryara encamdana referandûmê li 25.09.2017 kir.Serok Barzani û Cyril Nannbalyozê Almanya Roja pênçşem 24.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cyril Nann Balyozê nû yê Almanya li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Almanya li Iraqê behsa piştgîriya gel û welatê xwe ya ji bo bihêz mayîna Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li şerê terorê da karên girîng encam daye û cihê girîngiya Almanya ye û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku Almanya agahdarî dîroka êşên gelê Kurdistane, nîgeraniyên welatê xwe jî di derbarê dema encamdana referandûmê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku Almanya dixwaze li gel Herêma Kurdistanê da li peywendiyên berdewam da bê.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ji bo pêşkêşkirina hevkariyên serbazî ji bo Pêşmerge û wan hevkariyan bi bandor wesif kir.Di derbarê biryara encamdana referandûmê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewe ne biryara kesek yan aliyeke, belku maf û biryara hemû take kesên hemwelatiyên Kurdistane û nabê xelkê Kurdistanê ji wê mafê bê bêbeş kirin û referandûm di dema xwe da tê encamdan. Eve jî behs kir ku li sed salê derbasbûyî de me hemû rêyek ceribandiye lê belê şeraket serî negirtiye û ewe Hikûmeta Iraqê bûye ku hîç demekî şeraketê nexwestiye û gelê me jî nikarê piştî wan hemû qurbanîdanan pêvekiyê qebûl bike û ezmûnên şikestxwariyan dûbare bike. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku li ser diyarkirina paşaroja peywendiyan û pirsa referandûmê li rêya aştiyane û diyalogê da li gel Bexda berdewam dibîn.Serok Barzani û Frank Baker  balyozê BritanyaRoja pênçşem 24.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya li qada Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kir û di derbarê pirsa referandûmê û egerên piştî referandûmê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ji bilî tekezkirina li têgihîştina welatê xwe ya ji bo mafên gelê Kurdistanê helwesta welatê xwe ya di derbarê dema birêveçûna referandûmê bi Serok Barzanî gihand.Her li vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser biryara encamdana referandûmê û di dema xwe ya diyarkirî û berdewambûna proseya guftûgoya li gel Bexda li ser wê pirsê da kir û bi eşkere wan sedeman xisterû ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje.  

Back to top button