Hevpeyvîn

Ciwan Haco: Kurdistan wê heta mirinê jî xewna min be!

Hunermendê Kurd yê navdar Ciwan Haco, di hevpeyvîneke taybetî de ji bo malpera AVESTA KURD behsa kar, xebat, pêwendiyên xwe yên bi hunermenda Kurd Hulya Avşar, albuma xwe ya nû “VEGER” û projeyên xwe yên nû kir.

Ciwan var rojan bi derxistin û belavkirina albuma xwe ya nû re gelekî mijûl e, zemanê wî gelekî ji bo hevpeyvînan tune ye, lê belê bi kêfxweşî pêşwaziya daxwaza me ji bo hevpeyvînê kir.

Albuma Ciwan Haco ya nû VEGER ji stranên wî yên Kevin pêk tê. Gelo Ciwan ji bo çi VEGER’iya rojên berê. Ew ji wê VEGERê raziye, VEGEReke bi dilê wî bû, VEGEReke çawa bû?

Ciwan li ser VEGERa xwe ku ji aliyê Kompanya Sony ve hate derxistin, diaxife û dibêje: “Dema ku dest bi tembûrê kir, min gelekî li radyoya Diyarbekirê guhdarî dikir, hinek stran gotinên wê xûşka min Dîlberê dinivîsandin, hinek jî min dinivîsandin. Dema ku temenê min 14 alî bû min kasêtek bi navê Emîne Emîne derxist. Gelek stranên di vê albumê de yên wan deman in…”

Ciwan bêriya berê dike, bêriya vegerê dike. Dibêje „berê“ perçeyeke ji jiyana wî.

Ez dipirsim gelo Ciwan bêriya şêwaza xwe ya berê dike, bêriya Ciwan Haco yê berê dike. Dibêje:

„Mafê mine ez bêriya berê bikim. Ez weke berê me, ji berê bi dûr neketime. Ez di berhemên xwe yên nû de, her demê stranên xwe yên berê dibêjim, stranên ku min di 14-15 saliya xwe de digotin. Li albuma min ya OF guhdarî bike, strana Welatê Min têde heye, ew stran kevin e. min tu caran xwe ji bingeha xwe xwe bi dûr nexistiye. Lê bêyî modernîzmê jî çênabe…“

Di derbarê albuma VEGER de Ciwan Haco dibêje ku ew bi dilê wî çêbûye û bi derxistina wê kêfxweş e.

„ji zû ve xelkê meraq dikir û pirsa wê dikir. Bi rastî êdî em bi xelkê xwe re bûne weke malbatekê, dipirsin, ka Ciwan kengî albuma te derdikeve, em çawa dikarin peyda bikin… milet meraq dike. Dixwazim kesên ji min hez dikin dilê wan geştir bibe, jiyana wan xweştir bibe, hizûr bikeve jiyana wan, hezkirin bikeve jiyana wan… Bingeha VEGER tembûr e, tembûrvanekî baş lê daye, navê wî Omîd e. Melodî, gotin û lêdana muzîkê xweş li hev hatiye, bi kurtî albumeke bi dilê min bû…“

Di van salên dawiyê de Ciwan Haco gelekî serdana Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dike. Ne tenê di nava Kurdan de, ew di nava gelê Tirk de jî gelekî meşhûr e. Ciwan Haco yek ji wan hunermendên Kurd yên navdare ku medyaya Tirk wî gelekî nas dike.

Ciwan dibêje ew ji Istenbulê jî hez dike, bi mîlyonan Kurd li Istenbulê jî dijîn, ew gelekî li wê derê jî dimîne.

Her wiha ew fêrî çend gotinên tirkî jî bû ye. (Bi ken) “Fêrî çend gotinên tirkî bûme…”

Gelo têkiliyeke taybetî di navbera Ciwan Haco û Hulya Avşar de heye? Eger hebe têkiliyeke çawa ye?

Ciwan pesna Hulya dide û dibêje: „Ew hevaleke min e, dosteke min e, jineke baş e, hurmeta min ji wê re heye, xwedî prensîb e. Ez rast ji te re bêjim Dilbixwîn, nikarim bi her însanekî re kar bikim. Min dît ku ez û Hulya em dikarin bi hev re kar bikin. Gelek kes dipirsin „çima te bi Hulya re ev album çêkir?“ Hulya bi eslê xwe Kurd e, min dît dixwaze xizmetekê jî bike, straneke taybetî bi kurdî got, gelekî bi dilê wê bû…“

Ciwan dibêje ku gotina wê stranê bi kurdî li ser daxwaza Hulya bû, lê wî jî dixwest ew wê stranê bibêje.

Ciwan Haco dibêje Kurd ji Hulya hez dikin û kêfa xelkê ji wê re tê, dema ku ew diçe Mêrdînê, Diyarbekirê dibîne ku xelk ji wê hez dike.

Ew û Hulya Avşar dema hev dibînin, bi kurdî û înglîzî diaxifin.

Ciwan Haco li ser vegera welat jî diaxife, dibêje ew bêriya welat dike, dixwaze vegere welat, lê belê rastiyeke din jî heye, ev 33 salin ew li Ewropa ye, du keçên wî hene, ew hîn zarok in, ew nikare niha bêje Ewropa xelas û ewê vegere Kurdistanê. Ew ji gelek aliyan ve bi Ewropa ve girêdayî ye.

Ciwan berdewam dike û dibêje: „Kurdistan hem xewna min e, hem jî armanca min e. heta mirinê ewê bi min re bimîne. ne mumkune ez dev ji vê meseleyê berdim…“

Gelo tu teklîfên fîlman ji Ciwan haco re tên?

Ew dibêje, teklîf tên. Eger senaryoyeke bi dilê wî, fîlm û roleke li gora wî hebin, ew difikire ku wan teklîfan qebûl bike.

Ew ji sala 1979 de ji welat derketiye, ew bêriya zaroktiya xwe dike, bêriya însanên xwe dike, dibêje: „Ez carekê çûme Qamişlo, piştre jî destûra me nedan. Ji 1993 û vir de ez neçûme rojavayê Kurdistanê. Li her derê Kurdistanê nas û dostên me hene. Lê dîsa jî mirov bêriya însanên devera xwe dike…“

Cowan Haco û Hulya Avşar

 

Ciwan Haco ji rewşa siyasî ya Kurdistanê ne dûr e, ew ji nêzîk ve dişopîne. Hêviya wî ew e ku guhertinên baş li seranserê Kurdistanê çêbibin. Bi taybetî li rojavayê Kurdistanê.

„Ji Efrînê bigir heta bigihê Dêrîkê. Hêvî dikin tiştên baş çêbibin. Zilm zoreke mezin li her çar perçeyên Kurdistanê çêbûye, bi taybetî li ser Kurdistana rojava, dijminan em gelekî biçûk kirin. Dijmin em Kurdên rojava ji aliyê cografî de biçûk kirin, lê em tu caran di dilê xwe de biçûk nebûn. Kurdên Rojava xizmet û karekî mezin kirine. Her kes vê rasyiê dizane. Hêvî dikim tiştên baş li Sûriyê çêbibin, em vegerin welatê xwe. Li Efrînê, li Kobanî, li Qamişlo, li Dêrîkê, li Amûdê… û ligel bajarên din yên Kurdistana rojava, kar û xizmeteke mezin di nava şoreşê de dikin…“

Ciwan Haco bang li Kurdên rojavayê Kurdistanê dike ku yek bin, ji hev hez bikin, piştgiriya hev bikin û ji vê derfeta baş sûd wergirin.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de Ciwan Haco ji Kurdan dixwaze ku biçin CD’yên kurdî bikirin, kopî nekin. „Ne ji bo xwe dibêjim, ez ji bo piştgiriya huner û muzîka kurdî dibêjim, eger hûn dixwazin muzîka kurdî bi pêşkeve, biçin CD’yên kurdî bikirin. Em ji Kurdan rica dikin, binêre Dilbixwîn, ez ji bo xwe nabêjim û ne muhtacî peran im, ez li Swêdê dijîm, ne zengîn im, lê ne feqîr im jî, mesaja min ji bo Kurdan ev e, nabêjim tenê CD’ya min bikirin, her CD’yeke kurdî derket herin bikirin. Gelek caran xelk dibêje hûn çima CD çênakin? Çêkirina CD ne ewqas hêsan e. CD pereyan naynin, lê bi kêman bila mesrefê xwe derxînin. Bawer bike, ji wan CD’yan quruşek jî fêde li min nabe. Eger 40-50 hezar ji wan hate firotin, wê demê ezê bikaribim bi rihetî berhemên nû derxînim…“

Ciwan dibêje almuma wî VEGER ji aliyê Sony ve hate derxistin û mesrefê wê jî Sony kir.

 

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara /Avestakurd

 

 

 

 

Back to top button