Şînî li Berlin ji bo Nisredîn Berhik

 
Em kuştina lehengê kurd Nesredîn Berhik bi tundî şermezar dikin.
 
Em ji kujaran re dibêjin, ku ew bi kuştina wî na gihine armanca xwe, dema ew jiyana merovin welatparêz tewa dikin. Piraniya gelê kurd gihaye wê baweriyê û dizane, bê kî kujerên Nisredîn, Dr. Şêrzad û Mişel bûn û bê kî lipey wê kuştinê radiweste?
 
Rewşek biser gelê me de hatiye, ku mixabin ne dûr re kesne dî jî di vê riyê re jiyana xwe derbas bikin. Diyare, ku diktarûrekî nû di şûna ya kevn de kad dide. Em tenê dikarin wê bi vîna gelê xwe û bi hevkariya hemû hêzên demoqrat û aştîxwaz pûç û vala bikin.
 
Hevalên rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî û dostên wê şîniyekê ji bo siyasetmedar û endamê Partiya Demoqrat ya Kurd li Sûriyê (Elpartî) Nesredîn Berhik çêdikin.
 
Dem: Roja înê, 24.02.2012, saet 18.00 – 21.00
Cih: Braunschweiger Straße 61, 12055 Berlin  (S+U-Bahn Neukölln).
 
Bijî kurd û Kurdistan!
Bimirin kujerên nemirên Kurdistana Sûrî!
 
 
Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê

Nerîna min :