Ciwatnas û zanyarê naskirî Dr. Îsmail Beşikçî di gotarek ya xwe de behsa Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê û herweha behsa rolê Tevgera Ciwanên Kurdistanê dike.
Di vê derbarê de Beşikçî dibêje:
“ Meha temûza 2013ê li Diyarbekirê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate damezirandin. Li avahiya komeleyê tabelaya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate daliqandin.
Lê waliyê Diyarbekirê ji berpirsên komeleyê daxwaz kir ku vê tabeleyê bînin xwar û nabê navê Kurdistanê bê karanîn. Eger navê Kurdistanê hebê ew iznê nadin xebata vê komeleyê.
Li himber vê daxwaziya Walî(wezereta nvxwe) berpirsên komeleyê di navê Kurdistanênê de israr kirin û dan xuyakirin kuev nav meşruye. Bi vê yekê gelek balkişandin.Serokê komeleyê Serhad Merdînî got: Em Kurdin û Kurdistanîne. Ji bo çi em nikaribin bi navê xwe komeleyan vekin?
Daxuyaniya serokê komeleyê bi vî awayine.Li himber hemû cureyên êrîşan yên ku dixwazin navê Kurdistanê li ser komeleyê rabe, bersiva ciwanan ev bû: “ Em navê Kurdistanê naguherin, hun qanûnên xwe biguherin“
Ev helwest gelekî giringe.Dibe sedemek girîng ji bo têgihandina pirsa Kurd û Kurdistanê. Ev helwest pirsa kurd bi zanyarî pêşde dibe. Pirsa Kurd û Kurdistanê girêdayê helwestên istikrîye.
Tevgerek civakî û siyasî de girsehî bê guman girînge.Lê eger helwestek rasteqînî tunebê girsehiya civakî jî ne xwedî nirxekiye.“