Civînek giring li ser rewşa mafê jinan

Roja çarşemiyê 08.08.2012ê li avahiya civata wezîran li bajartê Hewlêr, komîteye taybet a çavdêrîkirina mafê jinan di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Ew komîteye, komîteyeke taybete û ser bi civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê ve ye û li nav wezaret û saziyên hikûmetê de çavdêriya parastina mafê jinan dike û dîrekt digel konseya bala a xanimên Kurdistanê kar dike. Siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê pirsên jinan de piraktîze dike û ji bona parastina mafê jinan , emniyet û xweşkirina jiyana malbatî dixebite.

Di civînê de ku, Pexşan Zengene seroka konseya bala a xaniman, wezîrên edaletê, navxwe, tendurietiyê, ewqaf û karûbarên olî, perwerdeyê, karûbarên civakî, rewşwnbîrî, dozgeriya giştî û çend şareza û piesporên mafê jinan amade bûn, pirsên girêdayî rewşa jinan û bi taybetî kuştina bi navê şerefprêziyê hatin minaqeşekirin.

Civînê tekîd li ser cîbicîkirina qanûnên parastina mafê jinan kir û biryar hat da ku, dûvçûn li ser cîbicîkirina qanûna xerapbikaranîna telefonên mobil, amêrên peywendîkirinê û qanûna qedexekirina hilgirtina çekê bê kirin.

Piştî civînê, di preskonferensekê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê behsa encamên civînê û çend pirsên din yên aktuel di rojeva Kurdistanê de kir.

Civîneke giring:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû curên şideta li dijî jinan, bi taybetî kuştina jinan bi navê şerefê, red dike. Em şidetê bi dijwarî şermezar dikin, jiber ku, di civaka em de ne ol û nejî adeta û teqalîd rê naddin şideta li dijî jinan. Me îro civînek digel hemû wezaretên peywendîdar, rêvebirên şopandina şideta dijî jinan li Hewlêr, Duhok, Silamiyê û Germiyan saz kir û ew pirs hemû tê de nirxandin. Hikûmeta Kurdistanê ji bo binbirkirina şideta dijî jinan bi cidî dixebite û siyaseteke taybet di vî warî de heye.

Nêçîrvan Barzanî di preskonferensê de got ku ti tawanbar nikarin ji hukimê dadgehê xilas bin, herkesek di her wezîfe û post de be divê bigehe cezayê xwe.

– Kabîneya pêncê û ya şeşê yên hikûmeta Kurdistanê gelek kar li ser pirsa jinan kir. Lê ev pirse dê berdewam be, piştî me jî dê pirsa parastina mafê jinan bibe pirseke civakî. Divê destpêka vê pirsê ji pirogramên xandinê dest pê bike û hûn rojnamevan jî divê alîkariya me bikin. Bûyerek li Silîmaniyê hebû, kesekî xûşka xwe kuştibû û paşî şewitanidibû, mediyayê bi awayekî gelek xerap behsa wê bûyerê kir, ew kesê ew kar kirî poşman bûye, lê awayê weşandinê azirandin pêve diyar bû.

– Em dibêjin jin beşeke giring a civaka meye, di dîrokê de jinê mil bi milê zelamî beşdarî di şoreşê de kiriye û zehmet dîtiye. Bêedaletiye eger em bêjin bi tenê jin di vê pirsê de tawanbar e û divê bê kuştin, çima zelam tawanbar nîne? Zelamî hesaneya diplomasî hebe û bi xwesteka xwe her tiştê bivê bike û jin baca wê yekê bidin. Ev yek nerast e. pêwîste meseleya hişiyariyê bibe karê serke yê hikûmetê û civaka medenî.

Nerîna min :