Polîtîk

Kurdistan ji destûrîbûna girêbestên neftê piştrest e

 

Di preskonferensa roja 08.08.2012ê de, Nêçîrvan Barzanî behsa çend mijarên  gerim di rojev a Kurdistanê de kir:

Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê

– Piştî leşekrê Amerîkayê ji Îraqê derketî, mekanîzma miamileya pêşmerge digel leşkerê Îraqê hat diyar kirin û rêkeftin li ser hat kirin. Li gor wê mekanîzmê ku cenabê serokwezîr li Bexdayê îmza li ser kiriye, me ew mekanîzim bicî kiriye, ew leşkerê Îraqê yê ku vê dawiyê ji başûrê Îraqê, ji bajarê Nasirye hatiye deverê pêşmergeyê Kurdistanê rê li pêşiya wê hêzê giritye û ev yek jî li gor wê mekanîzmê hatiye kirin. Pêş hatina wê hêza leşkerê Îraqê divyabû pêşmerge bihataya agadar kirin. Li vir hindek prensîp hene, her demeke pêwîst be bo her deverekê be leşkerê îraqî bihêt, em bixwe dê daxwaz kîn. Dema arîşeyên emnî li Bexdayê hebûn, daxwaz hatin kirin pêşmerge buiçe Bexdayê, me pêşmerge hinart. Li vir jî mekanîzmek heye, serokwezîr daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê kir pêşmerge binêre Bexdayê, mejê hêza pêşmerge bo parastina Bexdayê şand. Bê guman, arteşa Îraqê arteşa me hemûyan e, her dema li deverekê xeleleke emnî hebe em bixwe dê daxwaza leşekrê Îraqê bikîn. Lê yaku nuha hatiye kirin ti hêcet jê re nînin û ti sedem jî nînin. Em jî nizanin çima hat kirin. Lê nuha ew mesele ber bi çareseriyê ve diçe û weke pirsgirêk nayê dîtin.

Kontraktên neftê hemû li gor destûrê ne

– Ya ku Îraq li dor girêbestên neftê yên herêma Kurdistanê bi kompaniyên biyanî re îmzakirine çîrokeke kevin e û herêma Kurdistanê ji destûrîbûna girêbedtên xwe piştrest e û ji çarçoveya destûra Îraqê derneketine. Kompaniyên weke Exxon Mobîl, Chefron, Total afransî û Gacpromî rusî, eger nezanin karê me karekî destûrî û qanûmî ye nahêne Kurdistanê kar bikin. Ev yek jî bixwe baştirîn bersivka kontiraktên me destûrî ne yan ne? Ev pirs jî bi gef û tehdêdan nayê çareserkirin, ya baş ewe hikûmeta Bexdayê bê û li ser masê digel herêma Kurdistanê bicive û bi hevre vê meseleyê yekalî bikin.

Serdana Davudogli bo Kurdistanê

– Davudoglo bi vîzaya Îraqê kul i ser pasporta wî a diplomasiye hatiye herêma Kurdistanê, li ser vîzayê diyarnekiriye ka serdan kîljan bajar bike û serdna kîjan bajar neke. Em weke bajarekî îraqê li bajarê Kerkûkê dinêrîn. Kerkûk weke Hewlêr û weke Bexdaye. Dirustkirinê vê arîşeyê ji aliyê Îraqê ve tu manayek nîne.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa yekgotariya aliyên siyasiyên Îraqê kir û got ku, divan rojan de çandcareka PDK û NYK bi hev re civyane li hember pirsên netewî û stratejîk yekhelwest heye.

 

Back to top button