Polîtîk

Hezar û 621 kesa di girtîgehê de jiyana xwe wenda kiriye

Li ser pêşniyareke ku li wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah  Ergîn hatibû pirsîn,  ji wezîr bersiv hat. Wezîrê dadê eşkere kir ku, di navbera salên 2003 û 2012 an de, yanê di 9 salan de, hezar û 621 mehkuma, di gitîgehan de jiyana xwe ji dest dane. 

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, bi pêşniyarekê li wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin pirsîbû, “heta niha di girtîgehan de çend girtîya jiyana xwe wenda kiriye?” Ji bersiva wezîr de derket holê ku, di 9 salan de, yanê di navbera salên 2003 û 2012 an de, ku ev salana di bin desthilatdariya hikumeta AKPê ve hatiye derbaskirin, hezar û 621 mehkuma, bi mirinên cuda jiyana xwe wenda kirine.

Li gorî daxuyaniya Ergîn, ji ber mirina 682 mehkuma, di derbarê hezar û 728 personelên wezareta dadê de lêpirsîna îdarî û edlî  hatiye kirin. Di encama lêpirsîna îdarî û edlî de, biryara ji derheqê hezar û 544 personelî de “hewcehî bi lêpirsînê tine”, derketiye.

Di daxuyaniya wezîr de ev agahiya jî hebû: Di navbera 4ê Gulana 2011 û 4ê Gulana 2012 an de, yanê di salekê de, 31 mehkuma xwekuştiye.    

Back to top button