Hikûmtê nûnerê xwe li Poloniyayê diyar kir

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermana jimare 1933 a roja 07.08.2012ê biryar de ku Ziyad Reuf weke nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li welatê Poloniyayê dest bi karê xwe bike-
Li dor vê yekê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, di berdewamiya siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê berfirehkirina têkeliyên li ser esasê berjewendiyên hevbeş bi cîhanê re, hikûmeta herêma Kurdistanê biryara damezrandina Ziyad Reuf weke nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Poloniyayê da.
Mistefa got ku, vekirina nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li poloniyayê dê ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên siyasî, aborî, rewşembîrî û kulturî digel Polonoyê û avakirina pira peywendiyan digel bazirgan, berhemîner, odeyên bazirganî û zanîneghanê Kurdistan û Poloniyaê de hokarekî bihêz.
Weke tê zanîn bi amadebûna Nêçîrvan barzanî, wezîrê derve yê Poloniyayê û wezîrê derve yê Swêdê, di meha derbasbûyî de Bi fermî hat vekirin.
Heta nuha hikûmeta herêma Kurdistanê li 14 welatêan nûnertaiya xw eheye.