Osman: Barzanî dixwaze ziyan negehe kurdên rojava

Mehmud Osman endamê parlamentoya Îraqê ser bi lîsteya Kurdistanî,di daxuyaniyekê xwe de bo çapemaniya tirkî behsa pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê û rol û tesîra serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser wê parçeya Kurdistanê dike.
Osman dibêje ku, tesîra serokê Kurdistanî li ser kurdên rojava tesîreke bihêze û armanca Barzanî yekirina aliyên siyasiyên kurdên rojave ye:
– Tesîra Barzanî li ser kurdên Suriyê bihêze û armanca Barzanî ewe ku, çi ji aliyê rijêma Esed vey an jî piştî Esed ziyan negihîje kurdên Suriyê. Di civîna Hewlêrê de partiyên kurdên Suriyê li ser wê yekê li hev kir ku, ew bixwe çarenivîsê xwe diyar bikin. Kurdistaneke mezin yan jî federalî li hole nine.
Endamê parlamentoya Îraqê behsa rewşa kurdan li Tirkiyeyê jî dike û daxwazê ji hikûmeta Enqere dike ku pirsa kurd bi aşitî çareser bike:
– Pêwîste Tirkiye çareseriyeke siyasî ji pirsa kurd re bibîne û ji bo vê bike divê Ocelan azad bike. Bi vî awayî Tirkiye dikare çareseriyeke siyasî û aşitî bo pirsa kurd bibîne.